Hevdîtina Pexşan Ezîzî ya bi parêzer û malbatê re hate qedexekirin

Li rojnamevan, çalakvan û girtiya siyasî Pexşan Ezîzî ku nêzîkî salekê ye ji aliyê rejîma Îranê ve hatiye girtin û cezayê darvekirinê lê hatiye birîn, eşkere bû ku mafê hevdîtina bi parêzer û malbatê re hat qedexekirin.

Hevdîtina Pexşan Ezîzî ya bi parêzer û malbatê re hate qedexekirin
2 tebax 2024   19:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Pexşan Ezîzî ku li Girtîgeha Êvînê tê ragirtin, ji aliyê Dadgeha Şoreşa Îslamî ya Îranê ve bi hinceta  endamtiya Partiya Jiyana Azadiya Kurdistanê (PJAK) bi sûcê “xiyanetê” hat sûcdarkirin û ji ber vê yekê  dadgehê cezayê darvekirinê lê birî. Eşkere bû ku hevdîtina Pexşan Ezîzî ya bi parêzer û malbata xwe re hat qedexekirin.

Li gor rapora Komeleya Mafên Mirovan ya Kurdistanê, rejîma Îranê nehişt çalakvan, rojnamevan û girtiya siyasî Pexşan Ezîzî bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Ev kiryara ku weke binpêkirina eşkere ya mafên mirovan û mafên bingehîn yên girtiyan tê dîtin, bûye sedema fikareke mezin di nav rêxistin û çalakvanên mafên mirovan de.

Çalakvanên mafên mirovan û rêxistinên navnetewî bi berdewamî tekezî li ser pêwîstiya danûstandin û hevdîtina bi parêzer û malbatan re weke mafekî bingehîn dikin. Her wiha diyar dikin ku ev qedexe hem ji aliyê hiqûqî ve bêmafiyeke, di heman demê de bandorek neyînî li ser derûniya girtiyan û malbatên wan jî dike.