Mela Hemze Yunis: Em êrişan û yên li pişt wan şermezar dikin

Endamê Saziya Olî û Kongreya Îslama Demokratîk mela Hemze Yunis êrişên li hember gelê Kurd şermezar kirin û got “Em wek Kurd û Ereb jiyaneke hevbeş a li ser esasê biratiyê, rastiyê û rehmê dixwazin.”

Mela Hemze Yunis: Em êrişan û yên li pişt wan şermezar dikin
29 cotmeh, 2026   08:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Li hember êrişên li ser koçberên Girê Spî yên vedigeriyan warê xwe, nerazîbûn zêde dibin. Endamê Saziya Olî û Kongreya Îslama Demokratîk a Çilaxayê mela Hemze Yunis ê serdana gaziyên şer kir, êrişên li hember gelê Kurd şermezar kirin. 

Mela Hemze anî ziman ku îslam û civaka Ereb ji van êrişên rû didin dûr in û got: “Ereb birayên me yên ol û axê ne. Em û xelkê me yê Ereb bi salan e cîran in. Tu pirsgirêkeke me bi hev re nîn e. Ew kesên van plan û tevliheviyan dikin, bi rastî dûrî exlaqê erebtiyê ne jî.”

Mela Hemze destnîşan kir ku gelê Kurd ji şer û belayan hez nake û ev anî ziman: “Ew kesên tevliheviyan çêdikin jî kesên xerab in. Em wek Kurd û Ereb jiyaneke hevbeş a li ser esasê biratiyê, rastiyê û rehmê dixwazin. Xwedê ev ziman daye me. Xwedê em wek Kurd, Ereb û Asûrî anîne dinyayê.”

Mela Hemze axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Wek Saziya Olî em wan êrişan şermezar û rexne dikin. Her wiha bi tu awayî em qebûl jî nakin. Bi navê Kongra Îslama Demokratîk a Çilaxayê û Saziya Olî em destên li dû wan êrişan jî lanet dikin.”