Mehmûd Qimatî: Heta êrişên Îsraîlê ranewestin plana hikumetê dê bi cih neyê

Rayedarekî Hizbullahê got heta Îsraîl êrişên xwe ranewestîne û ji başûr venekişe, plana bêçekirina Hizbullahê bicih nayê.

Mehmûd Qimatî: Heta êrişên Îsraîlê ranewestin plana hikumetê dê bi cih neyê
6 îlon, 2025   19:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Wezîran a Lubnanê duh, plana artêşê ya çekan bi erênî nirxand û got artêş dê wê plane bi cih bûne. Lê meclisa dema wê diyar nekir. Meclisê da zanîn ku karîgeriyên artêşê sînordar in di vî warî de û operasyonên leşkerî yên Îsraîlê di Lubnanê de, dê pêşdeçûna artêşê asteng bike.

Wezîrê ragihandinê ya Lubnanê Pol Merqes piştî civîna Meclisa Wezîran, ji rojnamevanan re axivî lê aşkera nekir ku meclisê plana artêşê erê kiriye lê na. Piştî axaftina wezîrê, meclisê daxuyanî da û got: “Divê biryara sepandina desthilata dewletê bi hêzên wê yên xweser bi cih were û çek tenê di destê desthilata rewa de be.”

Hin dezgehên çapemeniyê yên xwecih û navneteweyî, bendên lihevkirinê parve kirin ku artêşa Lubnanê 5 qonax diyar kiriye. Qonaxa yekemîn 3 meh e ku tê de dê xebatên bêçekkirinê ji herêma başûrê Lîbatnî û heta herêmên din ên Lubnanê bidome û nabe ti kes çek rake.

Rayedarê Hizbullahê Mehmûd Qimatî jî ji Reutres`ê re axivî û got civîna Meclisa Wezîran a têkildarî plana artêşê ya bêçêkkirinê, “derfetek e ji bo ku aqilmendî serwer be û welat ber bi tevliheviyê neçe.”

Qimatî diyar kir ku “heke êrişên Îsraîlê ranewestin û ji başûrê Lubnanê venekişe” wê demê “lihevkirin heta demeke diyar ne pêkane pêk were”.

(şx)