Medyaya Erebî li ser rewşa li Xeza, Îranê û Sûriyeyê nivîsî

Rojname û dezgehên medyayê yên Erebî îro şerê li Xezayê, rûbirûbûna Amerîka-Îranê û kiryarên Îsraîlê li Sûriyeyê şopand.

Medyaya Erebî li ser rewşa li Xeza, Îranê û Sûriyeyê nivîsî
10 tebax, 2026   09:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Şerê li Xezayê, rûbirûbûna Amerîka-Îranê û kiryarên Îsraîlê li Sûriyeyê, mijarên sereke yên ên rojname û dezgehên medyayê yên Erebî bû.

Xezayê û Îran rojeva Medyayê bû

Rojnameya El Şerq El Ewset di mijara Tengava Hurmuz û pevçûna herêmî de, raporek bi sernavê "Tehran Hormuzê ji bo Bidawîanîna Şer bi kar tîne" weşand. Di raporê de behsa girêdana Îranê ya vekirina tengavê bi bidawîanîna şer û bicihanîna daxwazên xwe ji Washingtonê re hate kirin, ku ev ye nîşan dide ku tengav dibe mijareke zextê ya siyasî û aborî di pevçûna di navbera her du aliyan de.

Rojnameya El Erebî El Cedîd behsa têkiliyên Amerîka-Îranê kir û destnîşan kir ku ew di navbera ihtimala zêdebûna arîşeyê û rêya danûstandinê de diguherin.

Di gotareke şîroveyê de bi sernavê "Tehran û Washington: Ji ber şer heta ber danûstandinan", rojnameyê nivîsî ku têkiliya di navbera her du aliyan de di navbera zêdekirin û kêmkirina aloziyê de digere û her yek hewl dide ku krîzê bi awayekî birêve bibe ku rê li ber pevçûneke tevahî bigire.

Di El Quds El Erebî de, pirsgirêkên Xezayê û Îranê bi awayekî berbiçav derketin pêş. Rojnameyê bal kişand ser nakokiyên di navbera hikûmeta Îsraîlê û rêveberiya Amerîkayê de di derbarê siberoja şerê li Xezayê.

Rojnameyê her wiha gotareke şîroveyê bi sernavê "Ji Îranê heta Xezayê: Gelo Trump dest bi sînordarkirina kiryarên Netanyahu kiriye?" weşand. Di şîroveyê de hat gotin ku rêveberiya Serokê Amerîkayê Donald Trump hewl dide ku derfetên manevrayê yê Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu li ser mijarên şerê bi Îran û Xezayê re kêm bike, bi taybet ji ber zexta berdewam a li ser çareseriyên danûstandinê.

SÛRIYE: TEVGERÊN ÎSRAÎLÊ Û JI NÛ VE ŞÊWEKIRINA REWŞÊ

Mijara Sûriyeyê di rojnameya El Şerq El Ewset de bi awayekî berbiçav cih girt, ku di raporekê de li ser Operasyona "Rojhilata Nû" behsa tevgerên Îsraîlê yên li başûrê welêt kir. Raport li ser hewldanên Îsraîlê yên ji bo kûrkirina hebûna xwe li başûrê Sûriyeyê nivîsî.

Raportê bal kişand ser tevgerên Îsraîlê yên li nêzî xeta agirbestê û bandorên wan li ser rewşa ewlehiyê ya siberoja li başûrê Sûriyeyê. Rojnameya El Quds El Erebî gotarek bi sernavê "Sûriyeyê û Krîza Neteweyî ya Nifşan" weşand, ku hewl da krîzên Sûriyeyê di çarçoveyek dîrokî, civakî û siyasî de şîrove bike, ji pêşketinên rojane wêdetir biçe da ku kokên krîza neteweyî bikole.

Rojnameyê di gotarekê de bi sernavê "Vebûna Tirkiyeyê ji bo Kurdên xwe Sûriyan rehet kiriye " bal kişand ser bandorên guhertinên di rewşa Kurdan de di hundirê Tirkiyeyê de li ser rewşa kurdên li Sûriyeyê kir, ji ber girêdana rêyên Tirkiye û Sûriyeyê û pêşketinên herêmî yên derdorê.

(k)

ANHA