Medyaya Erebî bandorên şerê Amerîka-îranê û guhertina rewşa Sûriyeyê şopand

Medyaya Erebî li ser rageşiya berdewam a li Tengava Hurmuzê hişyarî da û bangên ji bo çareseriyekê kirin, her wiha li ser Sûriyeya nû û pirsgirêkên avakirina saziyên dewletê nivîsî.

Medyaya Erebî bandorên şerê Amerîka-îranê û guhertina rewşa Sûriyeyê şopand
7 îlon, 2026   10:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya erebî mijara şerê DYA-Îranê û encamên wê, her wiha rewşa Sûriyeyê di asta ewlehî, aborî û civakî de, nirixand.

ŞERÊ DYA-ÎRANÊ Û TENGAVA HURMUZÊ: ŞEREKÎ BÊ ENCAM Û ÇARESERÎ

El Cezîra Net gotarek bi sernavê "Şerê Kendavê yê Niha: Analîzek li ser Vebijarkan û Encamên Alternatîf" weşand, ku rêça şer û vebijarkên berdest lêkolîn kir. di analîzê de hat diyarkirin ku arîşeya heyî ji şerên kevneşopî cuda ye û hîn negihîştiye encamek biryardar.

Gotarê behda bandora cezayan û ambargoyê li ser Îranê kir ku da zanîn ku rewşa wê ji ya Iraqê cuda ji ber cihê wê yê erdnîgarî û têkiliyên wê bi welatên cîran re. Her wiha behsa guhertina girîngiya Tengava Hurmuzê kir, ku ji ber tirsa bilindbûna bihayên petrolê û bandorên aborî yên cîhanî yên berfireh de bûye faktorekî  sereke di şer de.

Rojnameya El Xalîc behsa berdewamiya aloziya Îsraîlê li herêmê û bandorên şerekî bi Îran û Lubnanê re kir. rojameyê vebijarkên Îsraîlê û sînorên hêza wê ya berdewamkirina şer şîrove kir.

Rojnameya El Ehram behsa êrişên Îranê yên li ser keştiyên bazirganî û hewldanên ji bo ferzkirina kontrolê li ser Tengava Hurmuzê kir, wan wekî "binpêkirinek eşkere ya qanûna navneteweyî" bi nav kir û hişyarî da li ser bandorên aloziya berdewam li ser ewlehiya enerjiyê, bihayên petrol û bazirganiya navneteweyî.

SÛRIYEYA NÛ: JI NÛ VE AVAKIRINA DEWLETÊ

Rewşa heyî ya li Sûriyeyê, ji nû ve avakirina dewletê û hevsengiya bandora herêmî û navneteweyî jî bi awayekî berbiçav hat nirxandin. Rojnameya El Erebî El Cedîd behsa veguherînên ku li Sûriyeyê diqewimin ji perspektîfa guhertinên sazûmanî û aborî yên ku bandorê li jiyana rojane dikin kir.

Rojnameyê bal kişand ser ji nû ve rêzkirina têkiliyên di navbera Moskow û Şamê de û rola Tirkiyeyê di şekildana siberoja hebûna Rûsyayê li welêt de.

Rojnameyê diyar kir ku Enqere ne hewceye ku Rûsyayê ji Sûriyeyê derxîne, lê belê dixwaze rola wê biguherîne, da ku hebûna Rûsyayê bibe faktorek hevsengiyê ya sînorkirî, li şûna ku bibe hêzek ku bikaribe bi awayekî serbixwe bandorê li biryarên Sûriyeyê bike.

Rojnameya Lubnanî El Exbar pêşketinên li başûrê Sûriyeyê û rola DYA û Îsraîlê nirxand û diyar kir ku Washington ber bi formulek mîna ya ku li bakur û rojhilatê Sûriyeyê tê şopandin ve diçe, ku ew formule jî li ser parastina komên herêmî û tevlîkirina wan di nav artêşa Sûriyeyê de ye. rojnameyê diyar kir ku gihîştina vê formulê bi helwesta Îsraîlê ve girêdayî ye.

(k)

ANHA