Medenî Ferho: Diyalektîka serdemê aştî û civaka demokratîk e

Nivîskar Medenî Ferho destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan bi peyamên xwe dixwaze bêje rihê neteweyî nayê wateya berterefkirina têkiliya civakan, tunekirina gelên cuda û got: “Gelê Kurd bi Tevgera Azadiyê û bi paradîgmeya aştî û civaka demokratîk biratiya her du gelê Tirk û kurd gav avêtine.”

Medenî Ferho: Diyalektîka serdemê aştî û civaka demokratîk e
22 gulan, 2025   03:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Derbarê banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Abdullah Ocalan û daxwazên ku Rêber Abdullah Ocalan bi rêya peyamê xwe ji raya giştî re radighîne Nivîskar Medenî Ferho ji ANHA`yê re axivî.

Medenî Ferho bi bîr xist ku Rêber Abdullah Ocalan ji destpêka têkoşîna beriya 52 salan her dem, wekhevî, demokrasî, aîdiyet, temîlkarî parastiya û derxistiye pêş. Di hemû nirxandinên xwe de jî biratiya gelan aniye ziman.

Medenî Ferho da zanîn ku hemû dîroknasên Tirk jî dibêjin ku dema Selçûkî de ew hatine Kurdistanê û li Anatolyayê rastî mîrketiyên Kurdan hatine û bi wan re havkarî kirine û wiha dom kir: “Rêber Apo, di hevdîtina dawî ya bi şandeya Dem Partî re jî di kesayeta Sirri Sureya Onder de, car din bal kişandiye ser biratiya her du gelan. Ev jî tê wateya demokrasiyê û civaka demokratîk. Di demokrasiyê de `tehekum` tune ye. Di têkoşîna 52 salan ya bi pêşengiya PKK`ê jî, gelê Kurd, zîhniyeta  Tirk-Turan û Turk-Îslam mahkumn kirin. Her du fikir jî bingeha faşîzmê ne. Lê faşîzma sedsalî, ya bi zihniyeta Îtîthat û Tereqî, dewleta Enqerê li herêmê jî, li cîhanê jî îzole kir. Sêva Sor (-Kizil Elmaç) gelê Tirk sernaxîne, ji bo vê jî serokê partiya herî radîkal û netewparêz a Tirkiyeyê Dewlet Bahçelî ji bo çareserkirina pirsgirêkan bang li Rêber Apo kir. Banga Dewleta Bahçelî jî ji bo çareseriya pirsgirêkan û derxistina dewleta Enqerayê ji nava çiravê ye.”

Medenî Ferho destnîşan kir ku Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi hişmendiyek modern, civakeke modern ava kir û saziyên civakî mînaka vê ne. Feylesofên cîhanê sedsala 21 û 22`an weke sedsalên `quantum` bi nav dikin, lê netewe-dewlet ji bo `mêjiyê çêkirî` bi milyaran dolar mesrefê dikin û wiha pê de çû: “Feylesofên cîhanê jî hawar dikin û dibêjin `mêjiyê çêkirî` nekin çek, li dijî civakan û mafên civakan bikarneyînin. Birêz Adbullah Ocalan bi banga dawî ya “Aştî û Civaka Demokratîk” bersiv vê pirsgirêke jî dide.”

Medenî Ferho di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku di guhertina civakên modern û çanda modern de; aştî, biratî, wekhevî, dilsozî û jiyana hevreyî heye. Ev jî tê wateya aştî û demokrasî rasteqîne, netew-dewletên mêrparêz demokrasî jî parçe kirine. Parlamenter jî ji nûnertî û tesmîliyeta gelan derxistine, kirine amûrê dîktatorî û monarşîkan û wiha anî ziman: “Birêz Abdullah Ocalan van nêzîkatiyan red dike û mahkum dike. Demokasiya rasteqîn dike navenda nirxandinên xwe.”

Di axaftina xwe de Medenî Ferho bal kişand ser gotina Ibn Xeldûn a ku dibêje; `Netewparêzî rihekî asabî diafirîne, rihê asabî hevkariyê, wekheviyê, parvekirinê, jiyana komunalî girêdana  tesanût- wekhevî, hevkarî û dostaniyê ji holê radike. Civakên bi asabiyet heraket bikin, hovîtiya heywanî diafirîne. Eger dewlet bi rihê asabiyetê heraket bike, aramî têk diçe û faşîzma dest pê dike` û wiha dewam kir: “Ibn Xeldûn vê rastiyê bi ayetên Qurana pîroz jî dide, dema ku Rêber Apo peymana medîne parvedike balê dikşîne ser vê rastiyê. Di peyama dawî de jî bal kişand ser mîrateya Sirri Sureya Onder, dixwaze bêje ku rihê neteweyî nayê wateya berterefkirina têkiliya civakan û tunekirina gelên cuda. Nirxên neteweyî û manewî aidiyet in û divê nebin amûrê fitne û fesadiyê.”

Medenî Ferho got: “Rêber Abdullah Ocalan dixwaze bêje ku netewparêziya hişk û radîkal ya Tirk, weke birayên cenabê Yûsif gelê Kurd avêtin çalê û sed sal in bi siyaseta inkar û tunekirinê dimeşînin. Lê dîsa jî gelê Kurd bi Tevgera Azadiyê û bi paradîgmeya aştî û civaka demokratîk biratiya her du galan diparêzin û bi vê argumantê gav avêtin.”

Medenî Ferho destnîşan kir ku dema PKK`ê behsa Peymana Lozanê a 1924`an dike dixwaze balê bikşîne ser serdama şerê neteweyî, wê demê artêşa Tirk û Osmaniyan nîne artêşa Osmanî hatibû bêçekkirin û di qijleyan de dîl hatibû girtin. Gelê Kurd li Dîlok, Mereşê û heta bi Çanakele şer kirin û bûne stûna bingehîn ya avakirina Meclisa Enqerayê ya sala 1920.  Di wê meclisê de 120 parlamenter hebûn, ji wan 70 parlamenter Kurd bûn. Divê ev rastî werin zanîn ku parlamentoya Tirkiyeyê li ser esasê damezrandina dewleta Enqerê, qanûn û destûrnameya xwe biguhere û wiha got: “Kongreya Erzîromê û Kongreya Siwasê jî mînaka van rastiyan e. Di pêkanîna aştiyê de û avakirina civaka demokratîk de divê dewlet gavên cidî bavêje.”

Medenî Ferho da zanîn ku heke desthilatdariya Tirkiyê AKP/MHP`ê bi rihiyeta Islamî hekaretê dikin, divê dest ji nîjadperestiya Ziya Gokalp û Nîhal Atsizç, Turk-Turan û Turk-Îslam berdin, her du bîrdozî `şirk in` û gunehkarî ne. Her du bîrozî, rihiyeta civaka Tirk di aliyê sebat û metanetê de tune dikin. Krîzên ji ber van her du bîrdozan Tikriyê kirina nava erdhejê, di rojê de 4 jin têne kuştin û di nava civakê de exlaq tune bûye. Ji ber van îdeolojiyan derî hemdemî, derî şaristanî, derî ademiyetê Tikriyê îzole bûye, her du bîrdozî diyalektîka dîroka serdemê tûne dikin û wiha got: “Lewra aştî û civaka demokratîk, diyalektîka dîrokî ya serdemê û sedsalên quantum in.”

ANHA