Koçber: Şertê vegera ewle li Efrîn û Şehbayê derxistina çeteyan e
Koçberên Efrîn û Şehbayê daxwazên xwe yên vegera ewle li warên xwe dubare kirin û got, "Şertê vegera ewle li Efrîn û Şehbayê derxistina çeteyan û rawestandina binpêkirinên berdewam e."
Koçberên Efrîn û Şehbayê yên li kantona Tebqayê dimînin daxwazên xwe yên vegera ewle û bi garantî li warên xwe dubare kirin û bang li aliyên têkildar kir ku berpirsiyariyên xwe rakin û çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji herêmên wan derxin û binpêkirinan rawestînin.
‛METIRSIYÊN JI AQÛBETA NEDIYAR’
Koçberê bi navê Esed Omer diyar kir ku divê desthilata Şamê ji bo vegerandina koçberan bi garantiyên rastîn gavên cidî biavêje, ku ew rastî revandin û qetilkirinê neyên. Omer amaje bi êşên dûrketinê yên ku koçber dijîn kir û got koçberên li piranî herêmên cuda yên Sûriyeyê vegerîn malên xwe, lê tenê xelkê Efrîn û Şehbayê di bin nêrî koçberiyê de mane.
Li aliyekî din jî Silêman Reşo ku yek ji koçberên li navenda demkî ya li Bajarê Werzîşê yê Tebqayê dimîne êşên berdewam ên di navendên demkî de dijîn vegotin û got: "Me di zivistanê de rewşên giran derbas kirin û niha rûbirûyî pêleke nû ya êşên bilindbûna germahiya havînê ne."
Reşo wiha domand: "Li Sûriyeyê axaftina li ser aştiyê dûrî rastiyê ye, hîna jî xelkê Efrîn û Şehbayê êşên koçberiya bi darê zorê dikişînin. Gelo wê çawa aştî pêk bê û em beşek ji Sûriyeyiyan hîna ji warên xwe koçber û dûr in?"
‛DERXISTINA ÇETEYAN XWESTEKA YEKEMÎN A KOÇBERAN E’
Reşo got: "Vegera ewle li Efrîn û Şehbayê bi derxistina çeteyên dewleta Tirk a dagirker pêkan dibe; Ji ber ku çete sûcên revandin, êşkencekirin, qetilkirin û xwestina fîdyan didomînin. Şertê bingehîn a misogeriya aştiya şêniyan, rûmet û azadiya wan dûrxistina wan e."
DI PÊŞKÊŞKIRINA ALÎKARIYAN CUDAKARÎ HEYE
Li aliyekî din jî rêvebera Komîteya Kar û Barên Koçberên Efrînê ya li Tebqayê Silava Cuma bang kir ku pêwîst rêxistinên navneteweyî di belavkirina alîkariyan de pabendî pîvanên navneteweyî bin. Silava got: "Di pêşkêşkirina alîkariyan de cudakariyeke aşkera heye, û ew jî êşên koçberan zêde dike."
Silava diyar kir ku bi lez û bez alîkariyan belav bikin, ku pêşî li karesateke mirovî ya li kampên demkî bigirin. Ji ber ku binesaziya wan bê pêdiviyên guncaw in û dibe ku bi nêzbûna havînê re nexweşî belav bibin.
Silava di dawiyê de diyar kir ku derxistina çeteyan û dabînkirina vegera koçberan bi garantiyên navneteweyî hêmana bingehîn a edaleta civakî li Sûriyeyê ye û daxwaza bingehîn e ku civata navneteweyî girîngiyê bidiyê.
(fr)
ANHA