Mecliseke nû ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê hat hilbijartin

Di konferansa 3'emîn a Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya li bajarê Hesekê de mecliseke nû ya ji 27 endaman hat hilbijartin.

Mecliseke nû ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê hat hilbijartin
Mecliseke nû ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê hat hilbijartin
Mecliseke nû ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê hat hilbijartin
Mecliseke nû ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê hat hilbijartin
Mecliseke nû ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê hat hilbijartin
Mecliseke nû ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê hat hilbijartin
Mecliseke nû ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê hat hilbijartin
Mecliseke nû ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê hat hilbijartin
Mecliseke nû ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê hat hilbijartin
8 ÇILE, 2024   17:56
HESEKÊ

Bi dirûşma "Partiya me pêşeroja me ye.. rêveberiya me misogeriya me ye.. hêzên me serkeftina me ne.. Sûriye me dike yek" konferansa 3'yemîn a Partiya Sûriyeya Pêşerojê li hola Marbêla ya Hesekê bi beşdariya 250 nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên jinan beşdar bûn.

Di serî de seroka Meclisa Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya Hesekê Evîn Mihemed bixêrhatina beşdaran kir û got: "Dewleta Tirk a dagirker herêmên ne yên ewle hedef digire lê belê nikarîbû îradeya me têk bibe, ji ber wê jî wê berê xwe da hedefgirtina binesaziya herêmê da ku projeya Rêveberiya Xweser têk bibe."

Evîn Mihemed destnîşan kir ku Partiya Sûriyeya Pêşerojê ku ji nav kirîza Sûriyeyê derketiye ji dema damezirandina xwe de hewl dide destekê bide dozên rewa yên gel nexasim guhartina sîstemê bi awayên aştiyane, danîna destûreke nû û pêkanîna biryarên navneteweyî yên ji bo çareseriya kirîza Sûriyeyê di serî de /2254/."

Piştre endamê Meclisa Giştî ya partiyê Salih El Zobe nirxandin û perspektîfên siyasî û rêxistinî yên meclisê xwendin.

Di dawiya konferansê de daxuyaniyek ji aliyê Evîn Mihemed ve hat xwendin û tê de destnîşan kir ku gelek rûspiyên eşîran, leşker, siyasetmedar, dîplomasî piştgirî da partiya ne û teqezî bi yekrêziya gelê Sûriyeyê li hember zehmetiyên hundir û derve û çareserkirina doza Kurdî bi rêya diyalogê û beşdariya hemû hêzên siyasî ji hemû pêkhateyan di çareseriyê de, da.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev konferans di qonaxeke girîng de ku pêwîstî bi şopandina geşedanên siyasî û dîplomasî di qonaxa bê de heye, tê lidarxistin.

Xebata partiyê ya meclisa Hesekê di aliyê rêxistinî de hatin nirxandin û di dawiyê de mecliseke nû ya ku ji 27 endaman pêk tê ku tê de jin û ciwanan cih girt, hat hilbijartin.

Her wiha Evîn Mihemed ji bo gera duyemîn wek seroka Meclisa Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya Hesekê û Munîr Ehmed wek cîgirê seroketiya meclisê hatin hilbijartin.

(mh)

 ANHA