Meclisa Zanîngehan roja ezmûna beşa zanistî diyar kir

Meclisa Zanîngehan roja şemiyê (27 Îlon 2025) ji bo pêkanîna ezmûnên xwendekarên beşa zanistî diyar kir. Ezmûn saet di 10:00ˊan de li gelek navendên ezmûnan ên zanîngehan pêk tê.

Meclisa Zanîngehan roja ezmûna beşa zanistî diyar kir
26 îlon, 2025   15:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Zanîngehan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku dema ezmûna xwendekarên beşa zanistî dê roja şemiyê (27 Îlon 2025) be. Ezmûn saet 10:00ˊan li gelek navendên ezmûnan pêk tê.

Li gorî daxuyaniya meclisê li van navendan ezmûn pêk tên:

Zanîngeha Rojava:

 - Qamişlo: Fakulteya Ziman û Wêjeyê, Fakulteya Çandiniyê, Fakulteya Zanistên Xwezayî

-  Hesekê: Peymangeha Avakirinê (Kelasê - Çerxerêya Cûdî) û Dibistana Ehmed Zeal (Til Hecer – Çerxerêya Sînalko)

-  Rimêlan: Fakulteya Petrolê

Zanîngeha Kobaniyê:

Avahiya nû ya zanîngehê

Zanîngeha Şerq:

Avahiya sereke ya zanîngehê

Navenda Helebê:

Peymangeha Şehîd Zozan (Eşrefiyê)

Meclisê diyar kir ku pêwîst e hemû xwendekar saet di 09:30ˊan de li navendên ezmûnan amade bin.

(fr)