Tayînkirina serokê nû ya Yekitiya Odeyên Bazirganiyê bûye sedema nerazîbûneke mezin

Tayînkirina serokê Yekitiya Odeyên Bazirganiyê ya Sûriyeyê ji Idlibê bêyî hilbijartinan, di nava bazirganan de nerazîbûneke berfireh çêkir. Li kêleka wê jî rexneyên der barê rewabûna biryarê de têne kirin.

Tayînkirina serokê nû ya Yekitiya Odeyên Bazirganiyê bûye sedema nerazîbûneke mezin
26 îlon, 2025   15:37
ŞAM

Biryara wezîrê aborî û pîşesaziyê yê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Mihemed Nîdal El Şîar a ji bo destnîşankirina endamên nivîsgeha rêveber a Yekitiya Odeyên Bazirganiyê ya Sûriyeyê û tayînkirina serokê yekitiyê ji Idlibê, pêleke rexne û şermezarkirinên berfireh çêkir, bi taybet ji ber ku ew ji derveyî bazirganên ji Şamê hatiye diyarkirin ku wek "Şahbender El Tucar" tên zanîn.

Di salên borî de adetê serdest ew bû ku serokê Yekitiya Odeyên Bazirganiyê ji nava bazirganên sereke yên Şamê were tayînkirin. Di heman demê de serokatiya Odeyên Pîşesaziyê jî ji Helebê re dihat dayîn.

Serokên her du yekitiyan ji nav kesên di hilbijartinan de serketî, dihatin hilbijartin. Lê biryara nû ya beriya 2 rojan a tayînkirina serokê yekitiyê ku wezîrê aborî û pîşesaziyê bêyî hilbijartinan daye, ji aliyê gelek alî û bazirganan ve wek binpêkirina yasaya Yekitiya Odeyên Bazirganiyê û lîsteya rêxistinî ya wan hat binavkirin.

Gelek bazirganan pirsa paşxaneya serokê yekitiyê yê nû ‘Elaa Omer El Salih’ û asta karên wî dikin. Bazirgan têkildarî bilindbûna asta El Salih ji ya karsazê Şamê yê navdar û serokê Odeya Bazirganiya Şamê Îsam Zuhêr Xirêwatî, matmayî mane. Xirêwatî karsazekî naskirî ye û xebatên wî yên berfireh di nava civata navneteweyî de hene. Lê El Salih tenê li Idlibê tê naskirin.

LI ŞÛNA BAZIRGANÊN JI ŞAMÊ YÊN JI IDLIBÊ DIKIN SEROK

Bazirganekî mezin ku nexwest navê xwe aşkera bike, ji ajansa me re axivî û diyar kir ku hevrikiya li ser serokatiya yekitiyê beriya hilweşîna rejîmê zêde bû, lê ji adetên heyî dûr nediket. Adet ew e ku cihê taybet ji bo bazirganên mezin ên Şamê be. Lê biryara nû ya destnîşankirina endaman û serokê yekitiyê ji Idlibê, binpêkirina rêziknameyê ye.

Bazirganan destnîşankirina dema serokatiyê ya ji bo 4 salan jî rexne kir û diyar kir ku di wê heyamê de azadiya bazirganan tê desteserkirin.

ENDAMÊN MECLISA RÊVEBERIYA ODEYA PÎŞESAZIYÊ YA HELEBÊ ÎSTÎFA KIR

Girêdayî mijarê, hejmareke endamên Meclisa Rêveberiya Odeya Pîşesaziyê ya Helebê îstîfayên xwe ji heman wezîr re pêşkêş kirin û diyar kir ku sedem "paşguherkirin" û nebersivdana xwestekên wan e. Her wiha wezîr bang li wan kir ku tev li civînekê bibin, lê guh nedanê. Vê yekê metirsiyên bazirgan û pîşesazan ên têkildarî siberoja xebatên wan û bandora wê li ser biryar û berjewendiyên wan ên bazirganî çêkirin.

(fr)