Meclisa Sivîl a Dêrazorê êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin

Meclisa Sivîl a Dêrazorê êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hedefgirtina binesazî û navendên stratejîk şermzar kirin û bang li rêxistinên navneteweyî kir ku berpirsyariyên xwe bînin cih.

Meclisa Sivîl a Dêrazorê êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin
28 cotmeh, 2023   18:18
DÊRAZOR

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Sivîl a Dêrazorê Fethî El Etîş li pêşiya avahiya Meclisa Sivîl a Herêma Seba Kîlo ya Dêrazorê daxuyanî xwend. Endamên meclisên herêmî, komîteyên jinan, nûnerên saziyên civaka sivîl tev li çalakiyê bûn. 

Di daxuyaniyê de êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hedefgirtina binesazî û navendên stratejîk hatin şermezarkirin.

Her wiha di daxuyaniyê de bêdengiya rêxistinên mirovî û civaka navneteweyî hat şermezarkirin û bang li wan hat kirin ku ji bo rawestandina sûcên dewleta Tirk, qada hewayî ya herêmê bigirin.

Her wiha di daxuyaniyê de bang li rawestandina êrişan û hedefgirtina navendên stratejîk, saziyên avê, nexweşxane û navendên çandiniyê hate kirin.

Di dawiyê de şehîd Şiblî Şiblî hate bibîranîn ku di hedefgirtina balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker li Dêrikê de, şehîd bûbû.

(şx)

ANHA