Yekitiya Dikanan a Dêrazorê 60 ton şekir wergirt

Saziya Newroz a Dêrazorê bi armanca pêşxistina rewşa jiyanî û piştgiriya xelkê herêmê 60 ton şekir û hezar û 500 pakêtên xwarinê radestî Yekitiya Dikanan a rojhilatê Dêrazorê kir.

Yekitiya Dikanan a Dêrazorê 60 ton şekir wergirt
28 cotmeh, 2023   17:09
DÊRAZOR

Yekitiya Dikanan a Rêxistinên Civaka Sivîl a rojhilatê Dêrazorê beşa yekemîn a madeyên zemhêrê wergirt. Made di Saziya Newroz de hate depokirin. Dê piştre bi rêya hin dikanan, bi nirxên guncew bifroşin xelkê herêmê.

Madeyên ku yekitiyê wergirtine ev in; 60 ton şekir, 500 pakêt zêt, 500 pakêt mertadêla û 500 pakêt dibisê firengiyê.

Li gorî yekitiyê ev made dê li 60 dikanan wek hev werin parvekirin. Dê li rojhilatê Dêrazorê nirxê wan yek be û ji sûkê kêmtir be. Wê di çend rojên bê de dest bi frotinê were kirin.

(şx)

ANHA