Li Minbicê panela pêşxistina rola jinan di ragihandinê de

Desteya Jinan û Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê panelek li dar xist. Di panelê de rewşa ragihandinê û rola jinan di guhertina rastiya civakê de nîqaş kirin.

Li Minbicê panela pêşxistina rola jinan di ragihandinê de
Li Minbicê panela pêşxistina rola jinan di ragihandinê de
Li Minbicê panela pêşxistina rola jinan di ragihandinê de
Li Minbicê panela pêşxistina rola jinan di ragihandinê de
Li Minbicê panela pêşxistina rola jinan di ragihandinê de
Li Minbicê panela pêşxistina rola jinan di ragihandinê de
Li Minbicê panela pêşxistina rola jinan di ragihandinê de
Li Minbicê panela pêşxistina rola jinan di ragihandinê de
Li Minbicê panela pêşxistina rola jinan di ragihandinê de
Li Minbicê panela pêşxistina rola jinan di ragihandinê de
28 cotmeh, 2023   18:21
MINBIC

Panel li avahiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarê wê, li dar ket. Di panelê de endamên Yekitiya Ragihandina Jinan (YRJ), Rêveberiya Sivîl a Minbicê, komîte û saziyên wê, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya û Nivîsgeha Penaberên Şehba û Efrînê beşdar bûn. 

Di panelê de endama YRJ`ê Sîlva Îbrahîm îşaret bi rola ragihandinê di paşguhkirina jinan de kir û got hêza jinan di xizmeta pergala cîhanî ya hegemonîk de tê bi karanîn.

Sîlva wiha domand: "Ruxmî guhertina erênî ku nûnertiya jinan li gelek qad û saktoran zêde bûye, lê dîsa jî zayendperestî berdewam e. Girîngiyê didin mijarên din û dozên taybet ên jinan di radeya duyemîn de ye."

Sîlva balkişand ser rêbazên derbaskirina vê pirsgirêkê û got: "Dikarin li hember zayendperestiyê û xurtkirina rola jinan di sektora ragihandinê de tê bikoşin, fikrên nû, mijarên li gor rastiya jinan li herêmê pêşkêş bikin."

Hevseroka Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarê wê, Sîham Hemo jî got: "Rêxistinên tundraw, li dijî jinên sûriyeyî gelek sûc kirin, kuştin, koçber kirin û tecawîz kir. Her wiha nehişt jin bi rihetî ji mal derkeve û yên li dijî biryarên wan derkevin jî, ceza dikir."

Sîham wiha domand: "Rêveberiya Xweser berovajî aliyên din ên aloziya Sûriyeyê, rêgezeke din şopand. Jinan di wê rêgezê de cihek bilind girt. Di tevahî meclisên rêveberiyê de cihê xwe girt. Ji dema ragihandina Rêveberiya Xweser ve, 4 jin bûn hevserokên Meclisa Rêveber û desteyên wê; jin, aborî, malî û çand. Hema pergal di tevahî rêveberiyên xweser de hate meşandin.

Hevseroka Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser Nûr El Seîd jî qanûna ragihandinê ya Rêveberiya Xweser şîrove kir ku derfetê dide jinan nêrînên xwe bêjin, rê li pêşiya wan vebibe ji bo ku dengê xwe ragihîne, pirsgirêkên xwe çareser bikin.

Dûre beşdaran mijarên panelê nîqaş kirin û dawiyê li ser vê encamnameyê li hev kir ku ji aliyê cîgira Desteya Jinan Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rûken Mele Îbrahîm ve hate xwendin;

Di navbera dezgehên çapemeniyê û nivîsgehên wê de koordîne hebe.

Di koordînekirina hevdîtinan û hêsankirina kar û xebatên saziyên ragihandinê de alîkarî bê pêşkêşkirin.

Zêdekirina raporên li ser jinan di hemû qadên leşkerî, sivîl û leşkerî de.

Bi rêya nivîsgehên ragihandinê û malpera koordînasyona jinan dozên jinan bi awayekî pîşeyî werin pêşkêşkirin.

Lidarxistina dewre, panel û atolyeyên hevbeş di navbera nivîsgeh û saziyan de ji bo parvekirina tecrubeyê di aliyê ragihandinê de.

Pavekirina tecrubeyan di navbera jinan de di qada ragihandinê de li ser asta hundirîn û derve.

Zêdekirina dewreyên perwerdeyê li ser astên derûnî û fikrî ji bo rojnamevanên jin.

Perwerdekirina rojnamevanên jin ji bo guhertina zihniyeta di nava civakê de.

Ji bo pêşxistina jinan di qadên ragihandin û rêveberî de, perwerdekirina tevahî jinan bi taybet endamên rêveber û rojnamevan.

Ji bo ragihandina dengê jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji cîhanê re, kar û xebat li tevahî dezgehên çapemeniyê bê kirin.

(şx)

ANHA