Meclisa Ol û Baweriyan hat avakirin

Meclisa Ol û Baweriyan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat avakirin û 44 endamên meclisê hatin hilbijartin.

Meclisa Ol û Baweriyan hat avakirin
Meclisa Ol û Baweriyan hat avakirin
Meclisa Ol û Baweriyan hat avakirin
Meclisa Ol û Baweriyan hat avakirin
Meclisa Ol û Baweriyan hat avakirin
Meclisa Ol û Baweriyan hat avakirin
Meclisa Ol û Baweriyan hat avakirin
Meclisa Ol û Baweriyan hat avakirin
Meclisa Ol û Baweriyan hat avakirin
28 mijdar, 2024   20:53
HESEKÊ

Nûnerên Saziyên Olî yên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, nûnerên Fakulteya Zanistên Olî, îmamên mizgeftan, oldar, nûnerên Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Kongra Star û Kombûna Jinan a Zenûbiya li Akademiya Civaka Demokratîk a bajarê Hesekê civiyan.

Komîteya amadekar a civînê da zanîn ku Meclisa Ol û Baweriyan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gorî madeya (107) a Hevpeymana Civakî hat avakirin.

Li gorî madeyê, meclis rêûresmên komên olî û baweriyan hêsan dike, saziyên olî li gorî hişmendiya neteweya demokratîk bi pêş bixe, li hemberî têgînên nijadperest û yên netewe-dewletê yên ne demokratîk disekine.

Li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Cahid Hesen li ser rola netewe-dewletê di cudakirina ol, bawerî, mezhe, gel û eşîran de axivî û got: "Di bin siya Rêveberiya Xweser û projeya neteweya demokratîk de ku berhemên fikrên Rêber Abdullah Ocalan e, gel û ol bûn yek."

Piştre civînê dûrî çapemeniyê dom kir û tê de teşeya meclisê, rêzikname û endamtî hatin nîqaşkirin.

Di dawiya civînê de Meclisa Ol û Baweriyan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat ragihandin, 44 endamên wê hatin hilbijartin û rêziknameya wê hat diyarkirin.

Di dawiyê de endamê komîteya amadekar Hesen Mihemed peyamek xwend û tê de diyar kir ku ev meclis berhema xebat û keda gelek salan e.

(mh/fr)

ANHA