Dagirker gundê Xirnata yê Şehba topbaran dikin

Di van kêliyan de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundekî kantona Efrîn û Şehba topbaran dikin.

Dagirker gundê Xirnata yê Şehba topbaran dikin
28 mijdar, 2024   20:45
NAVENDA NÛÇEYAN

 Li gorî agahiyên nûçegihanê me dane, di van kêliyan de artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Xirnata yê kantona Efrîn û Şehba bi çekên giran topbaran dikin.

Di encama topbaranê de koçberê efrînî Delîl Fewzî Îbo (28) birîndar bû.

(fr)