Partiya Roj ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan daxwazane ji NYˈyê re şandin

Sekreterê Partiya Roj a Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê Kovan Keno diyar kir ku wan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocana daxwazname ji NY û hin rêxistinên hiqûqî re şandine.

Partiya Roj ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan daxwazane ji NYˈyê re şandin
29 mijdar, 2024   03:10
QAMIŞLO
RÊNAS REMO

Sekreterê Partiya Roj a Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê Kovan Keno destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan dîrok, rewş û aloziyên li Rojhilata Navîn û cîhanê analîz kiriye û ji bo ku aştî û demokrasî pêk werin jî çareserî pêşkêş kirine.

Kovan Keno diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan dikare roleke mezin di çareserkirina gelek pirsgirêkan ne tenê li Tirkiyeyê lê li herêmê bi giştî de bilîze û got: "Tirkiye mecbûr e diyalogê bi Rêbertî re re bike û pirsgirêka Kurd çareser bike. Fişarên civata navneteweyî yên di vî warî de, xuya dike ku wan fêm kiriye ku kilîta çareseriyê li Îmraliyê ye."

Keno bi bîr xist ku wê encamên diyaloga bi Rêber Abdullah Ocalan re erênî bin û dikarin aloziya Sûriyeyê jî çareser bikin.

Kano diyar kir ku divê kurdistanî çalakiyên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bidomînin û zextê li Tirkiye û hêzên navneteweyî bikin da ku daxwaza wan bi cih bînin.

Sekreterê Partiya Roj a Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê Kovan Keno di dawiyê de got, wan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan gelek daxwazname pêşkêşî NY û rêxistinên hiqûqî kirine.

(şx/bb)

ANHA