Meclisa Malbatên Şehîdan û hikumeta demkî li hev dicivin

Meclisa Malbatên Şehîdan bi hikumeta demkî re civiya da ku mekanîzmayên karê hevbeş diyar bikin û sîstema rêvebirina xebata xwe zelal bikin.

Meclisa Malbatên Şehîdan û hikumeta demkî li hev dicivin
24 gulan, 2026   06:40
NAVENDA NÛÇEYAN
MIHEMED EBDO

Çavkaniyên agahdar ji ajansa me re aşkera kir ku di çarçoveya Peymana 29`ê Çile ya di navbera QSD û hikumeta demkî de û destpêkirina pêvajoya entegrekirinê, nûnerên saziya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û berpirsên hikumeta demkî bi hev re civiyan.

Li gorî çavkaniyan di civînan de li ser mekanîzmeya ku her du alî bi hev re bixebitin, hatiye nîqaşkirin. Di nirxandina vê mijarê de tê gotin ku divê komîteyek li ser asta tevahiya Sûriyeyê were avakirin û xebatên malbatên şehîdan bi rê ve bibe. Her wiha ev komîte pêdiviyên malbatên şehîdan wekî mûçe, tenduristî û perwerdeya zarokên şehîdan pêk bînin û bi rêxistin bikin. Ev mijar hîna tê nirxandin û negihaştine encameke zelal.

Her wiha her du aliyan li ser sîstema rêvebirina Meclisa Malbatên Şehîdan nîqaş kirine. Dibe ku Meclisa Malbatên Şehîdan bi Wezareta Parastinê yan jî bi Wezareta Kar û Barên Civakî ve bidin girêdan.

8000

Çavkaniyan agahî dan ku nûnerên hikumeta demkî pêşniyar dikin ku 2 ofîsên navendî yên malbatên şehîdan werin vekirin, yek li Helebê be û ya dîtir jî li Şamê be. Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi yek ji van ofîsan ve were girêdan. Ev pêşniyar hîna tê nîqaşkirin û zelal nebûye.

Çavkaniyek ji Meclisa Malbatên Şehîdan agahî da ku hikumeta demkî fermî arşîva şehîdên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwestiye û niha meclis dixebitê da ku gerînendetiyeke taybet a malbatên şehîdan li Hesekê veke.

Heman çavkaniyê got Meclisa Malbatên Şehîdan lîsteyeke navê şehîdan amade dike. Dê navên şehîdên hemû pêkhateyan, şehîdên Kurd ên her çar parçeyên Kurdistanê û şehîdên enternasyonel werin rakirin. Tenê navê şehîdên Serhildana Qamişloyê (2004) nayên rakirin.

Cîgirê wezîrê parastinê yê herêma rojhilat ê hikumeta demkî Sîpan Hemo (Semîr Oso) di hevpeyvîna li gel ajansa me gotibû niha dosyaya şehîd û birîndarên şer ji aliyê rêxistinî û qanûnî ve tê nîqaşkirin da ku ev dosya were çareserkirin.

Her wiha Hemo anî ziman ku hikumet bi Meclisa Malbatên Şehîdan û birîndarên şer re civiya û hevdîtin li Şamê jî çêbûn. Di van civînan de ji bo hinek mijaran li hev kirine.

Hemo da zanîn ku dê birîndarên şer li gorî pîvan û qanûnên taybet bibin birîndarên şer ên Sûriyeyê. Bi vê yekê re dê pêdiviyên birîndaran ên tenduristî û civakî pêk bînin.

Ji bo malbatên şehîdan jî Hemo got bi rêya gerînendetiyên taybet ên li parêzgehên Sûriyeyê dê rewşa malbatên şehîdan ên zewicî û yên nezewicî were nirxandin û sîstem were danîn. Li Hesekê jî gerînendetiyeke taybet ji bo malbatên şehîdan were vekirin û piştre li tevahî parêzgehên Sûriyeyê gerînendetiya şehîdan were vekirin.

Hemo diyar kir ku armanca dawîn ew e ku ev pirsgirêk bi sîstemeke neteweyî ya berfireh were entegrekirin û hemû şehîd wek `şehîdên Sûriyeyê` werin pênasekirin û belgeyên fermî yên dewletê bidin wan. Wezareta Kar û Barên Civakî jî bi rêya gerînendetiyên taybet dosyaya malbatên şehîdan bi rê ve bibe û Wezareta Parastinê jî dosyaya bîrîndaran bişopîne.

(np)

ANHA