Arşek Baravî: Divê zimanê kurdî di destûrê de bi fermî qebûl bikin

Lêkolînerê ziman û wêjeya kurdî Arşek Baravî got Biryarnameya 13`emîn têrê nake ku zimanê kurdî di destûrê de bibe zimanekî fermî.

Arşek Baravî: Divê zimanê kurdî di destûrê de bi fermî qebûl bikin
24 gulan, 2026   03:30
QAMIŞLO
BERFÎN ROJ

Têkoşîn û daxwaza gelê Kurd ku zimanê kurdî di destûrê de bibe zimanekî fermî, didome. Lêkolînerê ziman û wêjeya kurdî Arşek Baravî têkildarî vê mijarê ji ajansa me re axivî û wiha dest bi axaftinê kir: "Bi şoreşa Rojava û têkoşîna hatiye kirin re çand û wêjeya kurdî bi pêş ket. Dibistan, peymangeh, zanîngeh û akademiyên zimanê kurdî vebûn. Biryarnameya 13’an têrê nake ku mafên gelê Kurd werin parastin. Divê zimanê kurdî di destûrê de wek zimanekî fermî were naskirin.”

Baravî anî ziman ku li herêmên Kurdan divê li dibistan, peymangeh û zanîngehan bi kurmancî bixwînin û fêrî zimanê erebî jî bibin. Li herêmên ku pêkhateya Ereb lê dimîne bi zimanê erebî bixwînin û fêrî zimanê kurdî jî bibin. Xwendekarên ku bi salan bi zimanê kurmancî xwendin divê xwendina xwe bi dawî bikin û cihê xwe di saziyan de bigirin.

‘DESTÛR GARANTIYA PARASTINA ZIMAN E’

Baravî ji bo parastina hebûna zimanê kurdî wiha got: "Heke zimanek di destûrê de nebe zimanekî fermî dê neyê parastin. Mijara zimanê dayikê hesas e û divê di destûrê de bibe zimanekî fermî. Ziman, çand, folklor û wêje di pratîkê de divê nirx bidinê û winda nebin. Rejîma Baasê 99 gundên herêma Amûdê dan Ereban û demografiya wêan guherand. Ev polîtîka dubare dibin. Ji ber vê yekê divê zimanê kurdî di destûrê de bibe zimanekî fermî."

Di dawiyê de Arşek Baravî wiha got: "Em bi hêvî ne ku ev yek bi ser bikeve û em deskeftiyên xwe biparêzin. Ji salên 1980’yî ve ez zimanê xwe bi pêş dixim û bi hezaran xwendekar fêrî zimanê kurdî kirin da ku ez fedakariya şehîdan biparêzim û nasnameya me biparêzim."

Arşek Baravî helbestvan û lêkolînerê ziman û wêjeya kurdî ye. Sala 1963’yan li bajarê Amûde ji dayik bûye. Dîroka gelê Kurd belge kiriye. Lêkolînên wî li ser rêzimanê kurdî hene. Ferhengeke kurdî-erebî derxistiye.

(np)

ANHA