‘Em ê têkoşîna Rêbertî ji bo azadiya jinan daye destpêkirin bidomînin’

Jinên ji Dirbêsiyê got heke Rêber Abdullah Ocalan bi fîzîkî azad bibe dê edalet pêk were û aştî çêbe.

‘Em ê têkoşîna Rêbertî ji bo azadiya jinan daye destpêkirin bidomînin’
24 gulan, 2026   02:35
HESEKÊ
MÎRAV ÎSO

Li bajarê Dirbêsiyê jinan têkildarî azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan nêrînên xwe anîn ziman.

Endama Mala Jinan a Dirbêsiyê Hemîde Îso got: “Rêber Abdullah Ocalan ji bo maf û azadiya jinê têkoşiya. Berê jinan nizanîbûn ku mafên wan hene. Rêbertî berê wan da azadiyê û di civakê de hebûna jinan diyar bû. Rêbertî her wiha girîngiyeke mezin da pirsgirêka jin û ji bo jin ji qeyd û zincîran rizgar bibin têkoşiya. Bi saya Rêbertî jinan cihê xwe di hemû qadên jiyanê de girt, beşdarî qada leşkerî, siyasî, civakî, dîplomasî û hwd. bû. Jin azadiya xwe bi azadî û fikrê Rêbertî yê demokratîk ve girê didin. 27 salan Rêber Apo li Îmraliyê girtin tê wateya ku dewlet qedexe dike fikir û felsefeya Rêbertî ya aştî û hevbeşiya demokratîk di nava civakê de belav bibe. Tirkiye li şûna çareseriya aştiyane her tim berê xwe dide şer.”

Endama Meclisa bajarê Dirbêsiyê Zêne Elî jî got: “Berê jin ji dihatin paşguhkirin û ew ji mafên wan mehrûm dikirin. Jin tenê bermalî bûn, zarok tanîn dunyayê û xwedî dikirin, hebûna wê di civakê de tine bû. Piştî ku jinan fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan naskirin ev rewş hate guhertin û jinan êdî daxwaza mafên xwe kirin. Em ê têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan a ji bo azadiya jin bidomînin. Hemû jin dibêjin ku azadiya wan bi azadiya Rêber Apo ve girêdayî ye.”

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dirbêsiyê Ceylan Hemo wiha axivî: “Jin ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tê dikoşin û her tim li ser felsefeya Rêbertî xwe bi rêxistin dikin û dijîn. Cihê ku jin lê nebin edalet lê nîn e. Heyanî ku Rêber Abdullah Ocalan bi fîzîkî azad bibe em ê tê bikoşin.”

(np)

ANHA