Meclisa Malbatên Şehîdan li Til Temirê êrişa li ser navenda meclisê şermezar kir

Meclisa Malbatên Şehîdan li Til Temirê kiryarên xerabkirinê yên li dijî navenda meclisê şermezar kir û diyar kir ku divê e şert û mercên êrişê werin eşkerekirin û berpirsiyar bên hesabpirsîn.

Meclisa Malbatên Şehîdan li Til Temirê êrişa li ser navenda meclisê şermezar kir
Meclisa Malbatên Şehîdan li Til Temirê êrişa li ser navenda meclisê şermezar kir
Meclisa Malbatên Şehîdan li Til Temirê êrişa li ser navenda meclisê şermezar kir
Meclisa Malbatên Şehîdan li Til Temirê êrişa li ser navenda meclisê şermezar kir
11 cotmeh, 2026   13:12
HESEKÊ

Îro sibê, navenda Meclisa Malbatên Şehîdan li Til Temirê rastî kiryarên xerabkirinê hat, armeya meclisê hat xerabkirin û agir li ser bane wê hat vêxistin.

Meclisa Malbatên Şehîdan li Til Temirê li ber navenda xwe derbarê êrişê de daxuyaniyek da. Daxuyanî ji hêla hevseroka meclisê, Çinar Salih ve hate xwendin, malbatên şehîdan, endamên rêxistinên civaka sivîl û nûnerên rêxistinên jinan û partiyên siyasî beşdar bûn.

Di daxuyaniya xwe de, meclisê kiryarên xerabkirinê yên li dijî navenda xwe bi tundî şermezar kir.

Meclisê diyar kir ku ev kiryar pîroziya cihê û girîngiya wê ya exlaqî û mirovî binpê dikin. Her wha daxwaz kir ku şert û mercên bûyerê werin eşkerekirin, berpirsiyar werin destnîşankirin û li gorî qanûnê hesab bidin.

Meclisê daxwaz kir tedbîrên pêwîst ji bo parastina saziyên sivîl û civakî da ku kiryarên bi vî rengî dubare nebin, werin girtin.

(k)

ANHA