Li gundewarên Şamê dibistanek wêran kirin

Li bajarokê Xan Kefer El Ewamîd a gundewarên Şamê dibistanek ji hêla kesên nenas ve hatiye wêrankirin.

Li gundewarên Şamê dibistanek wêran kirin
11 cotmeh, 2026   13:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Mafên Mirovan a Sûriyeyê nûçeyeke girêdayî Şamê weşand û tê de hatiye gotin ku îro (yekşem) kesên nenas dibistana amadeyî ya bajarokê Xan Kefer El Ewamîd a herêma Wadî Berda a gundewarên Şamê wêran kirine.

Xwendekar ji 3`ê gundan (Sûq Wadî Berda, Kefer El Ewamîd û Berhilya) li wê dibistanê dixwînin.

Heyanî niha nayê zanîn kî û çima dibistan wêran kirine.

(np)

ANHA