Meclisa Leşkerî ya Minbicê îdiayên malperên çeteyan derewandin

Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand dema bersivdayîna êrişên çeteyan de 3 şervanên wan şehîd bûne. Meclisê îdiayên der barê kombûna çeteyan li derdora Mibnicê de jî derewandin.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê îdiayên malperên çeteyan derewandin
7 kanûn, 2024   01:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker û îdiayên  malperên ser bi çeteyan ve de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: "Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji duh sibeha heya vê kêliyê xeta bakur, rojhilat û rojava topbaran dike. Carekê balafireke xwekuj bi kar anî. Balafirên bê mirov ên bi çek ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker jî li gundê Qeraa du caran êriş kirin.

Hêzên me di çarçoveya mafê parastina rewa de, li baregehên çeteyan ên li derdora bajarê Babê xistin. Di encamê de kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn.

Di dema bersivdayîna êrişên çeteyan de, 3 şervanên me gihiştin asta şehadetê.

Di çarçoveya şerê ragihandinê de, malperên girêdayî çeteyan dîmenek kevin weşand û îdia kirin ku komên çete li derdora Minbicê ne. Em diyar dikin ku ev dîmen ne rast in. Hêzên me dikarin komên çeteyan ji hev bixin.

Hêzên me teqez dikin ku ew amade ne bi hemû rêbazên şer ên guncaw bersiva êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bidin."

(bb)

ANHA