Li Minbicê hewldana çeteyên dewleta Tirk a dagirker hate şikandin

Meclîsa Leşkeriya Minbicê diyar kir ku Hêzên wan hewldaneke derbasbûna gundê Til Eswed a li Başûrê Kantona Minbicê ya çeteyên dewleta Tirkiyê a dagirker şikandin.

Li Minbicê hewldana çeteyên dewleta Tirk a dagirker hate şikandin
7 kanûn, 2024   08:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclîsa Leşkeriya Minbicê diyar kir ku Hêzên wan hewldaneke derbasbûna gundê Til Eswed a li Başûrê Kantona Minbicê ya çeteyên dewleta Tirkiyê a dagirker şikandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê diyar kir ku saet di 2’ê sibehê de komeke girêdayî çeteyên dewleta Tirk a dagirker derbasî gundê Til Eswed ya başûrê kantona Minbicê bûne.

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi wan re şer kirin, operasyon hat şikandin û çete reviyan.