Meclisa Leşkerî ya Firatê ji ber wefata şêx El Hiwêdî peyama sersaxiyê weşand

Meclisa Leşkerî ya Kantona Firatê ji ber wefata rûspiyê qebîleya El Bû Şaban, şêx Qeys El Ehmed El Beşîr El Hiwêdî peyama sersaxiyê xweşand.

Meclisa Leşkerî ya Firatê ji ber wefata şêx El Hiwêdî peyama sersaxiyê weşand
14 tîrmeh, 2025   13:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Leşkerî ya Kantona Firatê ji ber wefata rûspiyê qebîleya El Bû Şaban şêx Qeys El Ehmed El Beşîr El Hiwêdî peyama sersaxiyê xweşand.

Di peyamê de hate gotin: "Ji ber wefata şêx Qeys El Ehmed El Beşîr El Hiwêdî, em sersaxiyeke germ ji qebîleya El Bû Şaban, eşîra El Efadîle û tevahiya malbata El Hiwêdî re dixwazin. Şêxê nemir di civakê de xwedî roleke mezin bû, di avakirina pirên tevkarî, xurkirina yekitiya nîştimanî di navbera hemû pêkhate û eşîrên herêmê de pêk anî. Her wiha ji bo bidawîkirina fitne û nakokiyên ku dibin sedema têkbirina ewlehî û aramiya herêmê kar kir. Dîsa yek jî sembolên mezin ên çareserkirina pirsgirêkên eşîre û qebîleyên herêmê bû."

Di peyamê de îşaret bi helwestên şêx Qeys El Hiwêdî di salên aloziyê de hate kirin û hate bibîrxistin ku şêx di pêngavên rizgarkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ’ê de alîgirekî sereke yê hêzên meclisê bû.

Di dawiya peyamê de sersaxî ji malbata şêx Qeys El Hiwêdî û tevahiya endamên qebîleya wî re hat xwestin.

(bb)