Li Kobanê bîranîna berxwedêrên 14`ê Tîrmehê

Meclisa Malbatên Şehîdan û Ciwanên Şoreşger ji bo bîranîna berxwedêrên 14`ê Tîrmehê merasîmek li Kobanê li dar xist.

Li Kobanê bîranîna berxwedêrên 14`ê Tîrmehê
Li Kobanê bîranîna berxwedêrên 14`ê Tîrmehê
Li Kobanê bîranîna berxwedêrên 14`ê Tîrmehê
Li Kobanê bîranîna berxwedêrên 14`ê Tîrmehê
Li Kobanê bîranîna berxwedêrên 14`ê Tîrmehê
Li Kobanê bîranîna berxwedêrên 14`ê Tîrmehê
Li Kobanê bîranîna berxwedêrên 14`ê Tîrmehê
Li Kobanê bîranîna berxwedêrên 14`ê Tîrmehê
Li Kobanê bîranîna berxwedêrên 14`ê Tîrmehê
14 tîrmeh, 2025   14:34
KOBANÊ

Bi boneya salvegera 43`yemîn a Berxwedana 14`ê Tîrmehê ya pêşengên PKK'ê Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz, îro Meclisa Malbatên Şehîdan û Ciwanên Şoreşger ên kantona Firatê, sazî û dezgehên girêdayî Rêvberiya Xweser li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya Kobanê merasîmek li dar xist.

Merasîma bîranînê bi rêzgirtinê dest pê kir û piştre Hesen Kobanê şehîdên berxwedanê bi rêzdarî bi bîr anîn û got: “Bi çalakiya Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz a di zindana Amedê de, berxwedaneke mezin hat meşandin.”

Piştî axaftinê şano ji aliyê Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ve hat pêşkêşkirin û dûre jî sînevîzyonek li ser berxwedana zîndana Amedê hat nîşandan.

Piştre jî mûm hatin pêxistin û ji aliyê endamên Ciwanên Şoreşger ve diyarî li malbatan hatin belavkirin.

)mm)

ANHA