Çend dîmen ji kontrolkirina Dêrazorê

Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê duh navenda bajarê Dêrazorê kontrol kir û ewlehî li gelemperiya bajar spand.

Çend dîmen ji kontrolkirina Dêrazorê
Çend dîmen ji kontrolkirina Dêrazorê
Çend dîmen ji kontrolkirina Dêrazorê
Çend dîmen ji kontrolkirina Dêrazorê
Çend dîmen ji kontrolkirina Dêrazorê
Çend dîmen ji kontrolkirina Dêrazorê
Çend dîmen ji kontrolkirina Dêrazorê
Çend dîmen ji kontrolkirina Dêrazorê
Çend dîmen ji kontrolkirina Dêrazorê
7 kanûn, 2024   13:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê duh bi daxuyaniyekê destnîşan kiribû ku bi armanca parastina gele Dêrazorê, şervanên wan derbasî bajar û rojavayê çemê Firatê bûne.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

“Geşedanên li welatê me Sûriyeyê çêdibin, xetereyeke mezin li ser ewlehiya gelê me û herêma me ya Dêrazorê çêdikin. Bi taybet komên çeteyên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ’ê li çolistana Derazorê careke din çalak bûne.

Li ser bingeha parastina gelê me yê Dêrazorê, şervanên me yên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê derbasî bajarê Dêrazor û rojavayê Firatê bûn. Armanca me ji vê rêveçûnê parastina ewlehiya me û gelê me ye. Ji bo wê bila dilê gelê me yê Dêrazorê rehet be. Ji bo parastina wan û ewlehiya herêmê tişta dikeve ser milê me, em ê heya dawî pêk bînin. Ji bo pêşwazîkirin û alîkariya gelê me yê Dêrazorê em spasiya xwe pêşkêş dikin. Hemû gelê me jî divê bi awayekî çalak li gel şervanên me mil bi mil parastina xaka xwe bike.”

Piştî vê daxuyaniyê Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê bajarê Dêrazorê kontrol kir û ewlehî li gelemperiya bajar spand.

Ji dîmenên ku hatine parvekirin, ketina hêzên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê ya li navenda bajar diyar dibe.

(bb)

ANHA