Aliyên Astanayê îro li Dohayê civîneke awarte li dar dixin

Welatên ku wek garantorên pêvajoya Astanayê têne naskirin (Rûsya, Tirkiye, Îran) dê îro li paytexta Qeterê Dohayê civînekê li dar bixin û geşedanên dawîn ên Sûriyeyê gotûbêj bikin.

Aliyên Astanayê îro li Dohayê civîneke awarte li dar dixin
7 kanûn, 2024   13:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro li paytexta Qeterê Dohayê wezîrên karên derve yên Rûsya, Tirkiye û Îranê di çarçoveya gera awarte ya civînên Astanayê de, ji bo gotûbêjkirina dosyaya Sûriyeyê dicivin.

Civîn di demekê tê lidarxistin ku Heyet Tehrîr El Şam û çeteyên dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li ser hêzên hikumeta Şamê didomînin ku di encamê de hêzên hikumeta Şamê ji çend bajarên girîng ên Sûriyeyê; Heleb, Hema, Deraa û Siweydayê vekişiyan. Ev rewş tê wateya têkçûna lihevhatinên berê yên pêvajoya Astanayê.

Tê gumankirin ku dewleta Tirk a dagirker dê hewl bide guhertina rewşa meydanî ji bo berjewendiya çeteyên xwe bi kar bîne û qada dagikeriya xwe li Sûriyeyê firehtir bike.

(k)