Ciwanên Til Hemîsê tev li hêzên parastinê dibin

Gelek ciwanên ji Til Hemîsê ji bo bersivdayîna banga seferberiya giştî, tevlêbûna xwe ya nava hêzên parastinê ragihand.

Ciwanên Til Hemîsê tev li hêzên parastinê dibin
7 kanûn, 2024   14:00
QAMIŞLO

Rêvberiya Xweseriya Demokratîk 1ˈê Kanûnê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê seferberiya giştî ragihandibû.

Di vê çarçoveyê de hejmarek ciwanên li bajarê Til Hemîsê yê kantona Cizîrê hatin gel hev û daxuyaniyek da.

Ciwanê bi navê Xiyas El Ebdullah daxuyanî xwend. Ciwanan di daxuyaniyê de li dijî êrişên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevlêbûna xwe ya nava seferberiya giştî û hêzên leşkerî ragihand.

(bb)

ANHA