Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê: Hêzên me mîsyona parastina bajar û gelê wê didomînin

Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê îdiayên "Meclis ji Dêrazorê vekişiyaye" derewandin û diyar kir ku hêzên wê mîsyona parastina herêmê û gelê wê didomîne.

Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê: Hêzên me mîsyona parastina bajar û gelê wê didomînin
8 kanûn, 2024   09:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê têkildarî îdiayên ku dibêjin hêzên wê ji Dêrazorê vekişiyane daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: "Tevahî nûçeyên derheqê vekişandina hêzên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê ji bajarê Dêrazorê de nerast in. Hêzên me mîsyona xwe ya parastina herêmê û gelê wê didomîne."

Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê 6’ê kanûnê (2024) bi daxuyaniyekê ragihandibû ku bi armanca parastina gelê Dêrazorê, şervanên wan derbasî vî bajarî û rojavayê çemê Firatê bûne.

(bb)

ANHA