Fîras Qesas: Banga Ocalan serkeftina armanc û pransîban e

Siyasetmedarê Sûriyeyî Fîras Qesas diyar kir ku Rêber Ocalan her tim hewl da aştiyê pêk bîne, lê tiştê hatiye guhertin ew e ku dewleta Tirk serî ji rastiyên meydanî û siyasî re danî û got: "Banga Ocalan di çarçoveya serkeftina armanc û pransîban de, ye."

Fîras Qesas: Banga Ocalan serkeftina armanc û pransîban e
8 adar, 2025   02:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Bertekên înteraktîf ên der barê banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan de didomin. Ev bang ji gelek dewlet, hêzên herêmî û navdewletî, kesayet û blokên siyasî ve bi kêfxweşiyekê hat pêşwazîkirin.

DESTEK HER TIM DIRÊJ AŞTIYÊ KIRIYE

Siyasetmedarê Sûriyeyî û serokê Partiya Nûjen û Demokrasiyê ya Sûriyeyê Fîras Qesas ji ajansa me re der barê banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan de axivî û got: "Li gorî naverokê û cewher peyama têkoşer Ocalan ne ya yekemîn e. Têkoşer Ocalan ji destpêka salên 1990’î ve bangên aştiyê dike û her tim radigihand ku têkoşîna çekdarî ji ber bersivdana kiryarên çewisandinê yên sîstematîk ku desthilatên Tirkiyeyê di tevahî qonaxan de, li dijî daxwazên mafên Kurd, pêk aniye. Her wiha di encama xitimîn, zihniyeta bidûrxistinê û redkirina domdar û nenaskirina mafên gelê Kurd li Tirkiyeyê û tevahî herêmê bang dihatin kirin."

RASTIYAN HIŞT KU TIRKIYE VÊ GAVÊ BIAVÊJE

Qesas têkildarî mijarê wiha domand: "Ya ku hatiye guhertin digel van guherînên li herêmê amadebûna dewleta Tirk ji aştiyê re, li ser paşxaneya têgihîştina wê ku têkbirina vîna Kurd û têkoşer Ocalan ne mumkin e û ji bo pirsgirêkên li Tirkiyeyê û krîzên li herêma Rojhilata Navîn bêyî ku bikevin nava pêvajoya aştiyê de çareserî ne pêkan e. Divê daxwazên gelê Kurd ên naskirina nasname, hebûn û mafên wan ên siyasî bên bersivandin."

Qesas di dewama axaftina xwe wiha pê de çû: "Ji lew re peyama dawîn weke temamkirina û xurtkirina rêveçûna banga aştiyê û sekinandina li ser bijarteya çekdarî li ser bingehê çareserkirina doza Kurd, bersivdana daxwazên gelê Kurd ên naskirina wî, hebûna damezrandina wî li Tirkiyeyê û ji bo demokrasî, wekhevî û edaletê, ye. Ji ber wê ne pêkan e bê gotin banga têkoşer Ocalan a fesihkirina PKK’ê teslîmbûyîn û paşdegavavêtin e. Kî Ocalan nas dike baş dizane ku kesên wek wî gav paşdeavêtinê nas nakin û aqûbeta xwe ya takakesî jî ji destpêkê ve bi aqûbet û têkoşîna gelê xwe ve girê daye."

SERKEFTIN ARMANC Û PRASÎNBAN

Qesas wiha berdewamî da axaftina xwe: "Ocalan ku têkoşerekî siyasî ye di armanc û pransîban de bi ser dikeve ne di amûr û şekil de, her wiha ramyarekî rexengir û rewşenbîrekî di cewher û têkoşîna wê, ne şekil û wêneyê wê diparêze. Ocalan peyama xwe amade kir, fikrên xwe koordîna kir û teşeya wê danî ber çavên xwe ku daxwazên gelê Kurd pêk bên, biratî bi gelên herêma Tirkiye û Ereb û herêmên din ên li herêmê re pêk bê. Banga Ocalan ji bo bersivdana banga serokê MHP’ê Devlet Bahçelî hat."

GOK LI YARÎGEHA DEWLETA TIRK E Û CÎHAN TEMAŞE DIKE

Fîras Qesas bi van nirxandinan dawî li gotina xwe anî: "Têkoşer Ocalan gok avêt yarîgeha hikumeta Tirkiyeyê. Di qada siyasî ya Tirkiyeyê û aqûbeta banga aştiyê ya niha bi hêza Tirkiyeyê ya têgihîştinê ve girêdayî ye, ku girîngî û karektera wê ya dîrokî ya mezin di vê qonaxa dijwar û guherîn a li herêma Rojhilata Navîn tê re derbas dibe de, girêdayî ye. Niha çavên gelê herêmê li rojên pêşeroj û bertekên wê peyamê li ser aqûbeta herêmê ne tenê Tirkiyeyê, lê li ser Sûriye, Iraq û Îranê ye, jî."

(fr)