Meclisa Jinan bidawîbûna çalakiyên 25ˈê Mijdarê ragihand

Platforma Çalakiyan a Meclisa Jinan a Sûriyeyê bidawîbûna çalakiyên 25ˈê Mijdarê ragihand û diyar kir ku dê li Ewropayê çalakiyan li dar bixe.

Meclisa Jinan bidawîbûna çalakiyên 25ˈê Mijdarê ragihand
28 mijdar, 2024   15:29
HELEB

Platforma Çalakiyan a girêdayî Meclisa Jinan a Sûriyeyê 8ˈê Mijdarê bi boneya 25ˈê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî pêngaveke çalakiyan dabû destpêkirin.

Platformê îro bi daxuyaniyê bidawîkirina çalakiyan ragihand. Daxuyanî li qada Cebanat a taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi amadebûna endamên meclisê, partiyên siyasî û saziyên sivîl hate dayîn. Endama Navenda Rêxistinî ya Meclisa Jinan a Sûriyeyê Bêrîvan Horo daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku çarçoveya pênava bi boneya 25ˈê Mijdarê de panel, semîner û atolye li Şam, Lubnanê, Tertûs, Humis, Heleb û Siweyda û Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin lidarxistin. Hate diyarkirin ku Meclisa Jinan a Sûriyeyê dê li Ewropayê jî çalakiyan li dar bixe.

Di daxuyaniyê de hate gotin Meclisa Jinan a Sûriyeyê dê li hemberî pergala mêrê serdest têkoşînê bidomîne. Hate destnîşankirin ku jiyana hevbeş a adilane rêya rizgarkirina tundiya li ser jinan e.

Di daxuyaniyê de bang li tevahî jinên sûriyeyî hat kirin ku li hemberî tevahî binpêkirinan têkoşînê mezin bikin heya civakeke were avakirin ku jin azad be.

(bb)