Meclisa Jinan amadekariyên kongreyeke nîştimanî ya jinan dike

Meclisa Jinan a Sûriyeyê bi armanca lidarxistina kongreyeke nîştimanî ya jinan ku mafên wan di siberoja Sûriyeyê de mîsoger bike, civînan li herêmên cuda yên Sûriyeyê li dar dixe.

Meclisa Jinan amadekariyên kongreyeke nîştimanî ya jinan dike
22 sibat, 2025   04:35
HELEB
MIHEMED EBDO

Endama Koordînasyona Giştî ya Meclisa Jinan a Sûriyeyê Gulan Silêman der barê xebatên meclisê û hewldanên wan ên ji bo mîsogerkirina mafên jinan di Sûriyeya nû de, ji ajansa me re axivî.

Gulan Silêman di destpêka axaftina xwe de pêvajoya ku Sûriyeyê tê re derbas dibe wek "hestiyar" bi nav kir û got: "Meclisa Jinan a Sûriyeyê li gorî vê pêvajoyê tev digere. Yek ji armancên me yên stratejîk ku me ji destpêka avabûna meclisê ve ragihandiye, ew e ku em xwe bigihînin tevahî jinên sûriyeyî yên li hundir û yên li derve.”

Têkildarî pêvajoya piştî rûxandina rejîma Baasê jî Gulan Silêman got: "Me xwest çarçoveya karê xwe berfireh bikin û têkiliyan bi hemû kesayetên serbixwe, tevger û rêxistinên jinan re ava bikin. Di vê çarçoveyê de me gavên girîng avêtin. Di serî de Heleb û Şamê me li gelek bajarên Sûriyeyê panel û komxebat li dar xistin. Ji bo birêxistinkirina jinên ji pêkhateyên cuda yên Sûriyeyê, ji bo tevlêkirina jinan di nava meclisê de û her wiha ji bo yekkirina dengên jinan hewldanên mezin têne kirin.”

Gulan îşaret bi vê yekê kir ku dema dawî gelek rêxistinên jinan xwe gihandin meclisê da ku nêrînan parve bikin û di bin sîwana meclisê de kar bikin.

Gulan Silêman diyar kir ku hikumeta berê ya Şamê ya bi pêşengiya partiyê Baasê nedihişt jin çalakiyên xwe bi rêk û pêk bi cih bînin û ev li gotinên xwe zêde kir: "Tevî vê yekê me têkoşîn kir, me karê xwe berdewam kir. Ji bo birêxistinkirina jinan û danasîna mafên wan bi wan, me xwe gihand herêmên din ên Sûriyeyê.”

Der barê hikumeta pêvajoya derbasbûnê de jî Gulan Silêman wiha axivî: "Heya niha me tu garantiyên parastina mafên jinan û beşdariya wan di hikumet û tevahî qadan de wernegirtiye. Jinan di rêya vê şoreşê de fedakarî kirin, hatin girtin û revandin û zext li wan hatin kirin, ji ber vê yekê diviyabû ev fedakarî di ber çavan re bihatana girtin û nûnertiya jinan di hikumetê de mezintir bûya. Niha rola jinan hatiye dûrxistin. Tunebûna rola jinan di hikumetê û tevahî qadan de ji bo siberojê nîşaneyeke xeternak e. Heke hin jin di hikumetê de cih digirin jî dê temsîla wan şeklî be û ne cidî be. Piştî ew qas fedakariyan ku jinan dane, em bi tu awayan qebûl nakin ku jin di siberojê de werin dûrxistin. Me ev mijar û mijara çawaniya mîsogerkirina mafên jinan wekî xalên bingehîn di civînên vê dawiyê de nîqaş kirin.”

AMADEKARIYÊN LIDARXISTINA KONGREYEKE NÎŞTIMANÎ YA JINAN

Gulan Silêman diyar kir ku Meclisa Jinan a Sûriyeyê bi israr e ku mohra jinan di biryargehan û nivîsandina destûra nû ya Sûriyeyê de hebin. Her wiha destnîşan kir ku ew bi lidarxistina rêzecivînan li deverên cuda yên Sûriyeyê amadekariyên lidarxistina kongreyeke nîştimanî ya jinên sûriyeyî dikin û wiha pê de çû: “Em amadekariyên kongreyeke nîştimanî ya jinên sûriyeyî dikin. Em hewldanan dikin ku ji tevahî herêman û hemû pêkhateyan temsîla jinan were mîsogerkirin. Em hewl didin ku tevahî jinên sûriyeyî wê bi rengên xwe û îradeya xwe û dengê xwe beşdar bibin da ku biryarên di kongreyê de werin dayîn wekî reşnivîsekê were destgirtin ku îradeya jinan îfade bike.”

Gulanê bal kişand ser şoreşa jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî û wiha bi lêv kir: “Ev şoreş berhema têkoşîna bi salan a jinan e ku bi armanca pêşxistina jinan di hemû qadan de hate destpêkirin. Pergala hevserokatiyê ya di saziyan de û beşdariya jinan di nîvisandina peymana civakî de û rêjeya temsîla wan berhemên vê têkoşînê ne.”

Der heqê siberoja Sûriyeyê de jî Gulan Silêman got: “Her kes dişopîne û dipirse. Heke em li pêkhatina Sûriyeyê meyze bikin em ê bibînin ku Sûriye di aliyê dîrokî û erdîngarî de mozaîkeke rengîn e û gelek pêkhate bi hev re lê dijîn. Lê Sûriye di gelek qonaxan de di şeran re derbas bû. Tevî hilweşîna rejîma Baasê jî şer li hin herêman wekî Bendava Tişrînê dewam dike. Zêdetirî vê yekê di gelek aliyan de wekî binesazî û civakî de pirsgirêk hene. Gelên herêmê êdî piştî ketina rejîma Baasê dixwazin pêvajoya yek reng, yek al û yek biryar derbas bikin. Em bi hêvî ne ku Sûriyeya pêşerojê nenavnedî be ku rêzê li hemû pêkhate û rengên wê bigire. Her wiha bi hêvî ne ku Sûriyeya siberojê li ser bingehên pirrengî û demokasiyê be û bi navê Komara Sûriyeyê de bi sîwana xwe û karê xwe yê yekbûyî ji bo tevahî pêkhate û rengan be. Divê Sûriye ne li ser esasê yek ol û yek rengî be.”

(bb)

ANHA