Hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re bû sedema guherîna jiyan û kesayeta wî

Hin hevdîtin jiyana mirov didin guhertin û dihêlin ku bi çavekî din li cîhanê binerin. Hevdîtina wî ya yekemîn a bi Rêber Abdullah Ocalan re ku xeyaleke bi salan bû, bû rastî. Hevdîtina ku 6 saetan dewam kir, di jiyan û kesayeta wî de guhertin çêkirin û bû sedem ku biryara jêneveger a "ji têkoşînê veger nîn e û bazirganî li ser dozê nayê kirin" bide.

Hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re bû sedema guherîna jiyan û kesayeta wî
Hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re bû sedema guherîna jiyan û kesayeta wî
Hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re bû sedema guherîna jiyan û kesayeta wî
Hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re bû sedema guherîna jiyan û kesayeta wî
Hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re bû sedema guherîna jiyan û kesayeta wî
22 sibat, 2025   03:06
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Ehmed Salih Mûrad (60) ji gundê Giremik ê herêma Alyan a bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê ye. Ehmed Salih Mûrad beriya ku Tevgera Rizgariya Kurdistanê nas bike, 4 salan alîgirekî Partiya Çep a Demokratîk bû, lê wekî gelek kesên din têkoşîna xwe di vê çaroveyê de bes nedît. Di wê demê de soza Kurd wekî nexweşekî li ber sikratên mirinê bû ku di bin gefa qirkirinê de bû.

Rêwîtiya Salih Mûrad a bi Tevgera Rizgariya Kurdistanê re di sala 1987’an de dest pê kir. Mûrad bi rêya kadroyên tevgerê yên ku li gundan kar û xebat didan meşandin, armanc û ramanên tevgerê ji nêzîk ve nas kir.

Der barê destpêka naskirina tevgerê Ehmed wiha bi bîr tîne: "Dema min tevger nas kirn ku din gotin û karên wan de têkoşîneke rasteqîn a rizgarkirina Kurdistanê dît. Min dît ew doza Kurd dighînin asteke bilind ku berê tiştek wisa nehatiye kirin, wê demê her tişt ber bi qirkirina komî ve diçû û wekî Kurd em mehkûmî tunebûnê bûn."

DI RÊYA DOZE DE FEDAKARÎ Û RIHÊ HEVALTIYÊ

Girêdana Ehmed bi Tevgera Rizgariya Kurdistanê hesteke fikrî ji rêzê nebû, lê veguherî pîvanekî jiyanê, ji ber ku wî di kadroyên tevgerê de nirxekî bêhempa yê fedaîtî, karê hevbeş û wefadarî dît.

Ehmed Mûrad der barê girêdana xwe ya bi tevgerê de ev parve kir "Ya herî zêde min bi tevgerê re da girdan, rihê bilind ê hevlatiyê, xebata wan bênavber û fedakariyên bi mebesta pêkanîna armancan bûn. Gotinên wan ne vala bûn û sozên wan ne derewîn bûn, lê belê li ser erdê fedakariyên rasteqîn dikirin."

Ev girêdan bi Ehmed tenê ve sînordar nema, lê belê derbasî nava malbatê bû; birayê wî yê bi navê Munîr tev li têkoşîna çekdar bû û niha di nava YPG’ê de cih girtiye, keça wî ya bi navê Rûken Botan (Salîhe Mûrad) di sala 2012’an de di berxwedana li Serêkaniyê şehîd bû.

Ehmed ku di gund de bi alîgirtiya xwe bi Tevgera Rizgariya Kurdistanê ve dihat naskirin, bi gefên keyeyê gund re rû bi rû mabû. Keye wî di navbera du vebijêran an mal, erd û gund terik bike an jî dest ji tevgerê berde, tercîh kir. Ehmed li ser vê mijarê jî wiha b bîr tîne "Vebijêrka min zelal bû; min kêliyekî qebûl nekir ku stû ji zextên desthilatê re xwar bikin. Min eynê wekî Tevgera Rizgariya Kurdistanê kir ku di destpêkên xwe de li hemberî keye û xayînên ku bi dewleta Tirk re dixebitin, rabû."

Ehmed roleke mezin di piştgiriya Tevgera Rizgariya Kurdistanê de lîst û erebeya xwe xiste xizmeta kadroyên tevgerê ku wan dibirin gund û bajarên din wekî Girkê Legê û Dêrikê û dianîn.

‘DÎTINA RÊBER ABDULLAH OCALAN HER TIŞT GUHERT’

Dîtina Rêber Abdullah Ocalan ji bo Ehmed Salih Mûrad xeyalek bû ku bû rastî. Ehmed Salih cara yekemîn di sala 1990’an de Rêber Abdullah Ocalan li Akademiya Şehîd Mahsûm Korkmaz a li Lubnanê dît. Der barê kêliyên hevdîtinê de ev tişt bi bîr anî: "Dema derbasî akademiyê bûm min hîs kir ku di hizûra Rêbertî de derbasî cîhanek din bûme. Kêliyek bû ku qet ji bîr nakim. Hevdîtina me ya yekemîn 6 saetan ji 3 barbangê heya 8 sibeha dewam kir. Lê di hizûra Rêbertî de tu wate ji demê re nebû. Ez bi demê nehisiyam. Me li gotinên Rêbertî guhdarî dikir. Qala rastiya me wekî Kurd, pêkanînên dijmin ên li hemberî me û çawa dixwarin em di bin bandora wan de bin û çawa Kurdan wekî xetere ji xwe re dibînin, kir."

Piştî vê hevdîtinê girêdana Ehmed Mûrad bi tevgerê re xurtir bû û çalakiyên wê zêdetir dibûn, dîsa îsara wê ya domandina têkoşînê zêdetir bû.

Ehmed Mûrad hevdîtinek tenê bi Rêbert Abdullah Ocalan re têr nedît, lê belê li hêviya derfetek din bû ku wî bibîne.

Di sala 1991’an de careke din serdana Akademiya Şehîd Mahsûm Korkmaz dike û 11 rojan li wir dimîne. Ehmed Mûrad got: "Di herdu carên ku çûm akademiyê min nedixwest vegerim. Min hîs dikir ku ev cihê durist e. Bi Rêber Apo re me çavê xwe li rastiyê vekir."

‘RÊBER APO SEMBOLA TÊKOŞÎN Û AZADIYÊ YE’

Piştî ew qas sal derbas bûn jî, lê hevdîtinên bi Rêber Abdullah Ocalan hîna di bîra Ehmed Mûrad de zindî ne ku bi hezkirin û rêzdarî bi bîr tîne. Ehmed Mûrad destnîşan kir ku destkeftiyên hatine bidestxistin berhemên têkoşîn û fikrên Rêber Abdullah Ocalan in û got: "Ne ji Rêbertî bûya me tiştek bi dest nedixist. Rêbertî rêya azadiyê ji me re ronî kir û em fêr kirin ku berxwedan rêya yekane ya bidestxistina mafên me ye. Em azadiya fîzîkî ya Rêbertî dixwwazin, ji ber ku bêyî wî ne li Kurdistan û ne jî li cîhanê aştiyeke rast pêk nayê."

Ehmed Salih Mûrad di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku ramanên Rêber Abdullah Ocalan fikrekî siyasî ji rêzê nîn in, lê belê bûye pîvanê jiyanê û mîraseyeke ku derbasî nifşan dibe û rêya jêneveger a ber bi azadiyê ve ne.”

(bb)

ANHA