Meclisa Jinan a Sûriyeye panelek li dar xist

Meclisa Jinan a Sûriyeyê di panela bi boneya Roja Aştiyê ya Cîhanê de destnîşan kir kur bêyî diyalogên navxweyî û rizgarkirina herêmên dagirkirî aştî li Sûriyeyê çênabe.

21 îlon, 2024   15:59
MINBIC

Rêxistina Kantona Minbicê ya Meclisa Jinan a Sûriyeyê bi boneya Roja Aştiyê ya Cîhanê panelek li dar xist. Panel li hola Pirtûkxaneya Mihemed Menla Xerzîl a bajarê Minbicê bi amadebûna endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kontona Minbicê, nûnerên partiyên siyasî û kesayetên serbixwe hat lidarxistin.

Berdevka Rêxistina Kantona Minbicê ya Meclisa Jinan Sûriyeyê Meryem Heyanî wateya Roja Aştiyê ya Cîhanê û girîngiya pêkanîna aştiyê û bidawîkirina şeran vegot.

Beşdaran ku li ser mijarê nêrînên xwe anîn ziman, diyar kir ku divê aloziya Sûriyeyê were çareserkirin, herêmên dagirkirî werin rizgarkirin û aştî were mîsogerkirin.

Panel bi encamnameyekê bi dawî bû. Ji xalên encamnameyê ev in:

- Piştevaniya hewldanên avakirina hawirdorekê ku jinan ji tundiya fîzîkî û zayendî biparêzin.

- Piştevaiya hewldanên bihêzkirina saziyên ewlehî, edalet û çaksaziyê.

- Ji bo beşdarkirina civaka sivîl a jinan di saziyên xwecih ên parastinê de divê xebat were meşandin. Piştevaniya beşdariya jinan di sazkirina peymana lihevanîna nîştimanî û belavkirina wê de were dayîn.

- Ji bo perwerdekirina jinan bi awayekî durist bi rêya saziyên fêrkirinê xebat were meşandin. Beşdarkirina jinan di xebatên pêşxistina aştiya navxweyî de.

- Bi armanca ku jin beşdarî hemleyên zanekirinê yên ji bo aştiyê bibin bernameyeke perwerdeyê were dayîn. Ji bo pêşxistina jin û civakê atolyeyên siyasî, civakî û çandî werin lidarxistin.

- Divê beşdariya jinan di hemû qonaxên proseya aştiyê û danûstandinan de hebe. Divê jin di bernameyên perwerdekirinê yên ji bo aştiyê  cih bigirin.Piştgiriya xebatên jinan bê dayîn.

Meryem Heyanî  der barê panelê de ji ajansa me re axivî û diyar kir ku bi diyalogên navxweyî yên dûrî destwerdanên derve û bi derxistina dagirkeran ji herêmê wê aştî li Sûriyeyê pêk were.

Meryemê got: "Em hewl didin aştî û zanebûna li herêmê belav bikin. Em hewl didin xwe bighînin tevahî jinên sûriyeyî yên li hundir û yên li derve da ku civakeke demokratîk a bêyî tundî û jinan bighînin navendên biryarê."

(bb)

ANHA