Li Tertûsê cenazeyek hate dîtin

Li gundewarên Tertûsê cenazeyê kesekî 40 salî hate dîtin.

Li Tertûsê cenazeyek hate dîtin
21 îlon, 2024   15:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku şêniyên bajarê Tertûsê cenazeyê kesekî 40 salî li kêleka rêyekê dîtiye. Li ser cenaze şûnên guleyan hebûne.

Li herêmên hikumeta Şamê bûyerên tundiyê û kuştinê zêde dibin.

(şx)