Jinên ji Dêrazorê şehîdên Parîsê bi bîr anîn

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Dêrazorê şehîdên Parîsê bi bîr anîn.

Jinên ji Dêrazorê şehîdên Parîsê bi bîr anîn
Jinên ji Dêrazorê şehîdên Parîsê bi bîr anîn
9 ÇILE, 2025   23:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya têkoşer Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemaz û Fîdan Dogan di salvegera şehadeta wan a 12ˋyemîn de ku di 9ˋê Çileya 2013ˋyan de şehîd bûbûn, bi bîr anîn.

Merasîm li hola Desteya Jinan a herêma Meamil bi beşdariya endamên jin ên ji tevahî sazî, meclisên jinan û endamên kombûnê hat lidarxistin.

Di merasîmê de şêwirmenda Akademiya Civaka Demokratîk a Dêrazorê Bihar Ehmed rêwîstî û têkoşîna şehîd Sakîne Cansiz û hevrêyên wê bi bîr xist.

Bihar bal kişand ser rola her sê şehîdan di parastina mafên jinan û astengiyên li pêş wan derketine û got bi saya wan îro jinan gelek destkeftî pêk anîn.

Di dawiyê de jinan mûm ji bo bîranîna her sê şehîdan vêxistin.

(fr)

ANHA