Meclisa Jinan a PYD`ê rêbazên têkoşîna li dijî tundiyê nîqaş kir

Meclisa Jinan a PYD’yê îro li bajarê Amûdê der barê tundiya li ser jinan de civînek berfereh li dar xist.

Meclisa Jinan a PYD`ê rêbazên têkoşîna li dijî tundiyê nîqaş kir
Meclisa Jinan a PYD`ê rêbazên têkoşîna li dijî tundiyê nîqaş kir
Meclisa Jinan a PYD`ê rêbazên têkoşîna li dijî tundiyê nîqaş kir
Meclisa Jinan a PYD`ê rêbazên têkoşîna li dijî tundiyê nîqaş kir
Meclisa Jinan a PYD`ê rêbazên têkoşîna li dijî tundiyê nîqaş kir
Meclisa Jinan a PYD`ê rêbazên têkoşîna li dijî tundiyê nîqaş kir
Meclisa Jinan a PYD`ê rêbazên têkoşîna li dijî tundiyê nîqaş kir
Meclisa Jinan a PYD`ê rêbazên têkoşîna li dijî tundiyê nîqaş kir
9 mijdar, 2025   15:33
QAMIŞLO

Bi nêzîkbûna 25`ê Mijdarê (Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan) Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD)  civînek berfereh li dar xist. Di civînê de li ser cureyên tundiya li dijî jinan û rêbazên têkoşîna li dijî wan gotûbêj hatin kirin.

Civîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre, endama Meclia Jinan a PYD`ê ya kantona Cizîrê Nicûda Faris li ser cureyên tundiya li dijî jinan axivî û destnîşan kir gelek cûreyên tundiyê hene,  wek tundiya fîzîkî, devkî, dîjîtal an elektronîkî, psîkolojîk, aborî, malbatî û civakî, her wiha zewaca zarokan, yek ji cureyên herî berbiçav ên tundiya li dijî jinan e.

Nicûda diyar kir ku yek ji amûrên herî girîng ên guhertinê avakirina meclisên jinan e û got, ew meclis dikare bibe hêzek çalak ji bo parastina jinan û birêvebirina karûbarên wan ên civakî, aborî û yasayî.

Nicûda di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku azadiya jinan ne mijareke  seranser an yasayî ye, lê şertek bingehîn e ji bo azadkirina mirovahiyê.  Her wih got, jinek azad li bendê namîne ku cihekî di cîhanê de bistîne; berevajî vê, ew cihê xwe diafirîne.

Piştî axaftinê rê li ber beşdaran hat vekirin ku nêrînên xwe bînin ziman. Beşdarên bal kişandin ser girîngiya pêşxistina têkoşîn û berxwedana jinan li dijî hişmendiya baviksalarî.

Jinan destnîşan kir ku tundiya li dijî jinan pirsgirêkek gerdûnî ye û jinên ku ji bo rizgariyê têdikoşin bûne nimûne û sembol, ji ber ku azadiya civakê bi azadiya jinan dest pê dike, jin dikarin malbat, mal û civakên xwe bi xwe biparêzin.

(k)