Di konferansa komînên Tebqayê de hevpeymana civakî hat nîqaşkirin

Komên bajarê Tebqayê bi dirûşma "Komîn şaneya  bingehîn a avakirina civaka demokratîk e" konferansa xwe ya yekemîn li dar xist.

9 mijdar, 2025   15:45
TEBQA

Meclisa Sivîl a bajarê Tebqayê bi dirûşûma "Komîn şaneya bingehîn a avakirina civaka demokratîk e" konferansa yekemîn a komînên bajar li dar xist.  Konferans li hola Çand û Hunerê ya bajarê Tebqayê bi beşdariya hevserok û endamên komînên taxên bajêr, nûnerên partiyên siyasî û Rêveberiya Xweser hat lidarxistin.

Piştî deqeya rêzgirtin, hevseroka Meclisa Şehîd Ebdullah El Sayîl, Curiye El Ehmed nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê girîngiya komînan û rola wan di civakê de xwendin.

Hevserokê Meclisa Sivîl a bajarê Tebqayê Hemûd El Rehîl jî bendên hevpeymana civakî, bi taybetî bendên girêdayî xebatên komînan xwend û şîrove kirin.

Beşdaran nêrîn û pêşniyarên xwe yên der barê pêkanîna bendên hevpeymana civakî yên girêdayî komînan û rola wan de anîn ziman. Di nêrînên derketine pêş de hate diyarkirin komîn rêveberiya xweser a her taxekê an gundekî ye, ji komîan biryar derkdevin û tên pêkanîn. Her wiha destnîşan kir ku pêkanîna bendên hevpeymanê dê pêşketinên berbiçav di rewşa xizmetguzarî, ewlehî, çandî û civakî de pêk bîne.

Pêşniyarên beşdaran hatin nivîsandin û di konferansa pêş a tevahî komînên kantonê werin xwendin û nîqaşkirin.

(bb)

ANHA