Meclisa Jinan a PYD`ê: Bêdengî tê wateya tevkariyê

Meclisa Jinan a PYD’ê bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hember sûcên li Şêxmaqsûd û Eşrefiyê hatine kirin, şeremzar kir û diyar kir ku bêdengî tevkariya sûcan e.

Meclisa Jinan a PYD`ê: Bêdengî tê wateya tevkariyê
Meclisa Jinan a PYD`ê: Bêdengî tê wateya tevkariyê
Meclisa Jinan a PYD`ê: Bêdengî tê wateya tevkariyê
Meclisa Jinan a PYD`ê: Bêdengî tê wateya tevkariyê
Meclisa Jinan a PYD`ê: Bêdengî tê wateya tevkariyê
13 ÇILE, 2026   15:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisên Jinan ên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) yên Qamişlo, Çilaxa, Dirbêsiyê û Til Birakê der barê êriş, komkujî û revandina şêniyan de ku ji aliyê çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê yên dewleta Tirk a dagirker destekê didin wan ve li dijî xelkê Şêxmaqsûd û Eşrefiyê têne kirin, daxuyanî da. 

Daxuyanî li ber avahiya navenda giştî ya PYD`ê ya li Qamişloyê hate dayîn. Daxuyanî bi zimanê kurdî ji aliyê endama Meclisa Jinan a PYD`ê Ferîda Qasim ve û bi zimanê erebî ji hêla endama partiyê Horiye Şemdîn ve hate xwendin.

Daxuyaniya Meclis Jinan a PYD’ê ya bajarê Dirbêsiyê jî bi beşdariya jinên bajar, saziyên sivîl, meclis, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, tevgerên jinan li pêşiya Nexweşxaneya Şehîd Xebat Ferhan ve ji aliyê endama Kongra Star Rexda Şihadê ve hat xwendin. Daxuyaniya meclisê ya bajarê Çilaxa ji pêşiya avahiya meclisa ya bajar bi amadebûna bi dehan jinan, endamên rêxistinên jinan û nûnerên partiyên siyasî ji aliyê endama meclisê Wedha El Elî ve hat xwendin.

Meclisa Jinan a PYD’ê ya bajarê Til Birakê jî bi heman armancê daxuyaniyek li pêşberî avahiya partiyê ya naverasta bajar da. Daxuyanî ji aliyê hevseroka Meclisa PYD’ê ya Til Birakê  Cewahir El Ebdullah ve bi amadebûna nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî ve hat xwendin.

Di daxuyaniyan de hate diyarkirin ku li diîj gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê komkujî û binpêkirinên giran hatin kirin û hate gotin: "Bi rêya dorpêçkirin û êrişên rasterast ên li dijî sivîlan armanc dikirin ku îradeya gelê van taxan bişikînin."

Hat bibîrxistin ku di encama van êrişan de jin û zarok jî di nav de, şehîd û birîndar çêbûn, gelek kes hatin girtin û revandin û bi darê zorê û bi awayekî hovane ji malên wan hatin koçberkirin.

Di daxuyaniyan de hate gotin, "Pêkanîna sîstematîk a tawanên şer li dijî sivîlan û şervanan, bi taybetî şervanên jin pêk dihate. Ev yek li ber çavên hemû cîhanê hate kirin û hovantiya çeteyan hate eşkerekirin. Weke hate xuyankirin ku teşwîq û piştgiriya dewleta Tirk ya dagirker e û bêdengiyeke navneteweyî ya gumanbar tê wateya lihevkirinê.Hate diyarkirin ku ji bilî komkujî û binpêkirinên meydanî, şerekî taybet ê sîstematîk tê kirin ku hişyariya civakê dike armanc, ji bo parçekirina refên navxweyî û teşwîqkirina gel li dijî hêzên xwe hewl didin baweriya gel û hêzên wan ên ku wan diparêzin têk bibin, aramiya civakî bêîstîkrar bikin."

Di dawiya daxuyaniyan de êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin şermezarkirin û berxwedana gel û îradeya wan a li hemberî wan êrişan hat silavkirin. Her wiha banga hesabpirsînê ji berpirsên êriş û sûcên li taxên Helebê hatine kirin, hate kirin.

(re/b)

ANHA

TIL BIRAK

QAMISLO

CIL AXA