Meclisa Jinan a MSD’ê semînerek li dar xist

Nivîsgeha Jinan a MSD`ê têkildarî laîktiyê semînerek li dar xist. Beşdaran diyar kir ku li gorî laîktiyê divê rêz ji kêmneteweyan û olan re bê girtin û divê li Sûriyeyê pêk were.

10 tîrmeh 2024   15:36
HELEB

Nivîsgeha Jinan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) têkildarî têgeha laîktiyê û pêwîstiya wê ji bo Sûriyeyê, li hola civînan a taxa Şêxmeqsûd a Helebê semînerek li dar xist. 

Endama rêveberiya nivîsgehê Zeyneb Qenber semîner bi rê ve bir.

Piştî şîroveyên berfireh ên têkildarî têgeha laîkiyê yên Zeyneb Qenber, beşdaran nîqaş kirin. Di nîqaşan de hate destnîşankirin ku laîkî ne bawerî ye, rêbaza pirrengiyê û rêzgirtina ji kêmneteweyên olî û nîjadî re ye.

Her wiha hate diyarkirin ku li gorî laîktiyê divê ol ji siyaset, qanûn û jiyana gelemperî bê cudakirin.

(şx)

ANHA