Li dijî Kurdên li Efrîna dagirkirî êrişên hovane

Navenda Belgekirina Binpêkirinan ragihand ku çeteyên dewleta Tirk bi awayekî hovane êriş Kurdan li Efrîna dagirkirî kiriye, ji bo ku malên wan desteser bikin.

Li dijî Kurdên li Efrîna dagirkirî êrişên hovane
10 tîrmeh, 2024   15:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Belgekirna Binpêkirinan der barê sûcên çeteyên dewleta Tirk ên li dijî şêniyên Kurd ên li Efrîna dagirkirî raporek weşand. 

Navendê da zanîn ku çeteyên ‘Ehrar El Şerqiye’ êrişî şêniyê bi navê Mihemed Mistefa Elî û dayika wî Zeyneb Şêxo Mistefa (85) kiriye. Di encamê de Zeyneb ji serê xwe de birîndar bûye û li nexweşxaneyê tê dermankirin. Dewleta Tirk a dagirker nahêle Zeyneb li nexweşaneyên wê bê dermankirin.

Malbata navborî ji gundê Cela yê bajarê Reco yê kantona Efrîn û Şehbayê ye. Çeteyan xwest mal û milkên malbatê desteser bike, kurê wê yê bi navê Ehmed Mihemed Mistefa (14) bi şêniyê bi navê Mihemed Elî Xelfan (43) re bi hevkariya çeteyên ‘Ceyş El Îslam’ ji bo şantajkirina malbatê revandiye.

Çeteyan zor li malbatê kiriye ku ji rêxistinên mafên mirovan re neaxivin û vê sûcên wan aşkera neke.  

Her wiha çeteyên ‘Firqeya Mutesêm Billah’ ên ji bajarê Resten, bi çoyan li şêniyê bi navê Xesan Dawûd (40) ku bi navê Ebû Berakat tê naskirin, daye. Bûyer li rojhilatê têketina bajarê Efrînê çêbûye û di encamê de Ebû Berakat ji dest û serê xwe birîndar bûye û li nexweşxaneyê tê dermankirin.

Hate zanîn Ebû Berakat daxwaza mala xwe kiriye ku çeteyan ji 2018`an ve desteser kiriye û ji ber vê çeteyan îşkence lê kiriye.

(şx)

ANHA