Li Dêrazorê 2 milîsên Îranê hatin kuştin

Di êrişeke DAIŞ`ê ya li çolistana El Misreb a li rojavayê Dêrazorê de, 2 milîsên Îranê hatin kuştin.

Li Dêrazorê 2 milîsên Îranê hatin kuştin
10 tîrmeh 2024   15:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku DAIŞ`ê êrişî baregeheke leşkerî ya li nêzî çolistana El Misreb a li rojavayê Dêrazorê kiriye.

Li gorî SOHR’ê, di êrişê de 2 endamên ‘Lîwa El Quds’ a Îranê hatine kuştin.

(şx)