Meclisa Îslamî ya Elewiyan banga rawestandina êrişên li Humsê kir

Meclisa Bilind a Îslamî ya Elewiyan bang li civaka navneteweyî kir ku êrişên li dijî taxên Humsê rawestînin. Meclisê  hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê der barê tundiya berdewam de tewanbar kir.

Meclisa Îslamî ya Elewiyan banga rawestandina êrişên li Humsê kir
23 mijdar, 2025   17:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisê di daxuyaniyekê de got ku "komên bedewiyan, ku ji hêla desthila de facto ve têne piştgirî kirin," êrîş pêk anîn, gule berdan sivîlan, mal şewitandin û dikan wêran kirin û erebe şewitandin.

Daxuyaniyê destnîşan kir ku hikûmeta veguhêz ya Sûriyeyê nikare êrişên "mezhebî" rawestîne, û da zanîn ku ev êriş nêzîkî salekê ye dubare dibin, ev yek jiyana sivîlên Elewî li Hums û deverên din dixe xeteriyê.

Meclisa Bilind a Îslamî ya Elewiyan li Sûriyeyê û derveyî welêt bang li civaka navneteweyî kir ku:

- Tavilê destwerdanê bikin da ku êrişan rawestînin û sivîlên li taxên Elewiyan biparêzin.

- Ji bo belgekirina binpêkirinên hatine kirin, komîsyoneke lêpirsînê ya navneteweyî ya serbixwe bişîne.

- Li gorî qanûna mirovî ya navneteweyî, kesên rasterast berpirsiyar û kesên ku binpêkirinan teşwîq kirine, werin darizandin.

(k)