Piştî êrişeke çekdarî li Humsê qedexeya derketina derve hate ragihandin

Piştî êrişeke çekdarî li ser taxa El Muhacirîn a Humsê, ku bû sedema kuştina ciwanekî û birîndarbûna 12 kesên din, hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê qedexeya derketina derve ya berfireh li Humsê ragihand.

Piştî êrişeke çekdarî li Humsê qedexeya derketina derve hate ragihandin
23 mijdar, 2025   17:21
HUMS

Piştî zêdebûna aloziyên ewlehiyê û êrişên li ser taxên Elewiyan, hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê ji saet 15:00 êvarê heta 05:00 sibeha din, qedexeya derketina derve ya berfireh li bajarê Humsê ragihand.

Îro çekdarên ji eşîra Benî Xalid (malbata Etiya Mûsa) êriş birin ser kolana El Basil ya taxa El Muhacirîn li bajar Humsê û di encamê de ciwanê bi navê Nofel El Ebas hat kuştin û bavê wî tevî 11 kesên din birînda bûn.

(k)