Li Reqayê panela  jinan hate lidarxistin

Nivîsgeha Jinan a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) li kantona Reqayê panelek li dar xist. Beşdaran bal kişand li ser rola jinan di qonaxa veguhêz û biryardanê de, her wiha hemû cureyên tundûtûjiya li dijî jinan şermezar kirin.

Li Reqayê panela  jinan hate lidarxistin
Li Reqayê panela  jinan hate lidarxistin
Li Reqayê panela  jinan hate lidarxistin
Li Reqayê panela  jinan hate lidarxistin
Li Reqayê panela  jinan hate lidarxistin
Li Reqayê panela  jinan hate lidarxistin
Li Reqayê panela  jinan hate lidarxistin
Li Reqayê panela  jinan hate lidarxistin
Li Reqayê panela  jinan hate lidarxistin
Li Reqayê panela  jinan hate lidarxistin
Li Reqayê panela  jinan hate lidarxistin
Li Reqayê panela  jinan hate lidarxistin
Li Reqayê panela  jinan hate lidarxistin
23 mijdar, 2025   18:01
REQA

Nivîsgeha Jinan MSD`ê li Hola Îştar a li Reqayê, bi beşdariya nûnerên partî û rêxistinên siyasî, jin û ciwanan, her wiha nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Konfederasyona Civaka Sivîl û MSD`ê, paneleke siyasî bi navê "Jinên Sûriyeyê di navbera Tundiya Siyasî û Avakirina Sûriyeyeke Nû de" li dar xist.

Panel bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, piştre, rêvebera Ofîsa Jinan ya MSD'ê Fatima Mihemed axivî û bal kişand li ser pêwîstiya xurtkirina rola jinan di jiyana siyasî û biryardanê de, nemaze ji ber pirsgirêkên ku jinên Sûriyeyê pê re rû bi rû dimînin, ji ber tundûtûjiya siyasî û bandorên krîza ku bi salan e berdewam dike.

Her wiha seroka Nivîsgeha Jinan a MSD`ê Cîhan Xidiro jî axivî û got: "Jinên Sûriyeyê rastî awayên herî dijwar ên tundûtûjiya siyasî hatine,". Cîhan behsa dûrxistin, girtin, êriş, koçberkirin û rêgirtina li ber gihîştina wan di meqameyên biryardanê de kir.

Cîhan anî ziman ku tevî van hemûyan, jinên Sûriyeyê qet nehatine şikandin. Ew li meydanan, di rêveberiyê de, di parastina civakê de, di perwerdehiyê, xebata sivîl û siyasetê de amade bûn.

Di panelê de 2 mijarên sereke hatin nîqaş kirin. Mijara yekê, bi sernavê "Tundûtûjiya Siyasî û Bandora wê li ser Mafên Jinên Sûriyeyê: Zehmetî û Berxwedan", ji hêla nûnera Tevgera Sivîl a Demokratîk li Şamê Dr. Zubeyda Cemîl El Qeblan ve hate pêşkêşkirin.

Mijara 2'emîn, rola jinên Sûriyeyê di avakirina Sûriyeya nû de, ji hêla hevseroka Meclisa Gelan a Demokratîk li kantona Reqayê Fehîme El Casim ve hate pêşkêş kirin.

Her wiha bi rêya Zoomê hin siyasetmedarên ji hundirê Sûriyeyê, Şam û Helebê tev li paelê bûn.

Beşdarên Panelê bal kişandin ser girîngiya danîna prensîba hevkariya rastîn di navbera jin û mêran de di saziyên siyasî û civakî de, û diyar kirin ku avakirina Sûriyeya nû bêyî beşdariya bibandor û berfireh a jinan nikare pêk were.

Panel bi hin biyar û pêşniyaran ku ji hêla hevseroka Meclisa Gelam a Demokratîk a Reqayê Fehîme El Casim ve hatin xwendin, bi dawî bû:

Şermezarkirina hemû cureyên tundûtûjiya li dijî jinan, bi taybetî tundûtûjiya siyasî ku jinan ji qada giştî û biryardanê dûr bixe.

Avakirina mekanîzmayeke  neteweyî ya jinan ji bo şopandina binpêkirinên li dijî jinan.

Bicicihkirina mafên jinan û prensîbên wekheviya zayendî di her destûrek nû an peymanek civakî de.

(ac)

ANHA