Meclisa Hecînê ya Dêrazorê konferansa komînan organîze kir

Li bajarê Hecînê yê kantona Dêrazorê konferansa komînan hat lidarxistin. Di konferansê de hat diyarkirin ku divê rola komînê de civakê de derkeve pêş.

Meclisa Hecînê ya Dêrazorê konferansa komînan organîze kir
Meclisa Hecînê ya Dêrazorê konferansa komînan organîze kir
Meclisa Hecînê ya Dêrazorê konferansa komînan organîze kir
Meclisa Hecînê ya Dêrazorê konferansa komînan organîze kir
Meclisa Hecînê ya Dêrazorê konferansa komînan organîze kir
Meclisa Hecînê ya Dêrazorê konferansa komînan organîze kir
Meclisa Hecînê ya Dêrazorê konferansa komînan organîze kir
Meclisa Hecînê ya Dêrazorê konferansa komînan organîze kir
23 mijdar, 2025   15:40
DÊRAZOR

Di çarçoveya konferansên bi pêwîstiya "divê hemû xebatên civakî ji komînê dest pê bikin" tên lidarxistin de Meclisa Bajarê Hecînê li gundê rojhilatê kantona Dêrazorê konferansa komînan li Hecînê li dar xist. Di konferansê de girseya ji meclisên bajarokan, endamên meclisan, komîn û komîteyan, Kombûna Jinan a Zenûbiya û nûnerên ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Dêrazorê amade bûn.

Konferans bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Dûre şêwirmendê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Dêrazorê Şiyar Mihemed pêşdeçûnên siyasî yên li herêmê, nenavendîbûn, peymana 10ˊê Adarê, komkujiyên perav û Siwêdayê û dosyaya entegrebûna QSDˊê şîrove kirin.

Piştre serokatiya Komîteya Jin a Dêrazorê Elya El Elî perspektîfên Rêber Apo, madeyên 75 û 76 ên girêdayî komînê yên di Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweser de xwendin.

Dûre beşdaran pêşniyarên ji bo serxistina pergala komînê kirin. Beşdaran diyar kir ku komîna şaneya bingehîn a birêxistinkirina civakê ye û xeleka herî nêz ji bo dabînkirina hewcedariyên şêniyan e, ji lew re divê komîn bi serbestî daxwaza şêniyan pêşkêş bike û ji aliyên peywendîdar re rakirin, erk û karînên komînê bi awayekî kûr werin şîrovekirin, civînên dorveger di nava komîn û saziyên têkildar de werin zêdekirin û mohrek ji bo her komînekê hebe.

(fr)

ANHA