Di êrişa Humsê de ciwanek hat qetilkirin

Di êrişa çekdarî ya li dijî taxa Muhacîrîn a Humsê de ciwanek hat qetilkirin û 11 kes birîndar bûn.

Di êrişa Humsê de ciwanek hat qetilkirin
23 mijdar, 2025   15:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Çekdarên girêdayî "Bedo Bin Xalid", bi taybet koma "Ewlad Etiye El Mûsa" êrişa taxa Muhacîrîn a girêdayî herêma El Basil a Humsê kir.

Nûçegihana me ji herêmê diyar kir ku di êrişa dijî taxê de ciwanê bi navê Nofel El Ebas hat qetilkirin, bavê wî bi giranî birîndar bû, li kêlek wê jî 10 kesên din jî birîndar bûn.

Ji ber êrişa ji vê sibehê ve li dijî taxa Muhacîrîn ku piraniya şêniyên wê Elewî ne di nava welatiyan de metirsî zêde bûne.

(fr)