Şandeyek ji Civaka Êzidî Rêber Apo silav kir

Şandeyek ji Civaka Êzîdî ya li Sûriyeyê ji bo silavdayîn û diyariya Rêber Abdullah Ocalan a ya ji civaka Êzidî re, şandibû serdana Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê kir. Di serdanê de şandeyê şanazî û serbilindahiya xwe ya ji bo Rêber Abdullah Ocalan da.

23 mijdar, 2025   15:51
QAMIŞLO

Di 31`ê Cotmehê (2025) de Rêber Abdullah Ocalan hevdîtin bi xwîşka xwe Fatima Ocalan, biraziyê xwe Alî Ocalan, biraziyê xwe Alî Ocalan Berfîn Ocalan û Parlamenterê Rihayê ya DEM Partiyê Omer Ocalan re pêk anî, silavên xwe ji wan re şand ji civakên Suryanî, Êzidî re şand û 2 pênûs diyarî wan kir.

Ji bo silavkirina diyariya Rêber Abdullah Ocalan şandeyeke ji Yekîtiya Êzidiyan a Sûriyeyê sardana Navenda Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê ya li bajarê Qamişlo kir.

Şandeya civaka Êzidî ji Endamê Nivîsgeha Têkiliyan a Yekîtiya Êzidiyan a Sûriyeyê Mistefa Nebo, Hevserokê Yekîtiya Êzidiyan a Sûriyeyê Silêman Cafer, Endama Rêveberiya Yekîtiya Êzidiyan a Sûriyeyê Sûad Hiso, Endama Koordînasyona Yekîtiya Êzidiyan a Sûriyeyê Gulê Cafer û Berdevka Yekîtiya Jinên Êzidî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hediya Şemo pêk dihat.

Di serdanê de şandeyê spasiya Rêber Abdullah Ocalan û li ser pêşwazîkirinê jî spasiya însiyatîfê kirin. Di civatê de şandeyê anî ziman ku diyariya ku Rêber Apo ji bo wan şandiye, diyariyeke herî bi nirx û giranbuha ye û wiha gotin: “Diyarî ji bo me cihê şanazî û serbilindahiyê ye, hêviyeke me ya mezin heye ku wê Rêber Apo di demeke nêz de fîzîkî azad bibe û em ê wî bibînin.”

Endamê Rêveberiya Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Ferzenda Munzur jî got: “Em gelekî kêfxweşin bi hatine we rastî gelê Êzidî rastiya gelê Kurd tevahî ye, civakeke berxwedêr û têkoşer e.”

Di dawiya serdanê de Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan diyarî şandeyê kirin.

(re)

ANHA