Meclisa Gelên Demokratîk a Minbicê civîna xwe ya asayî li dar xist
Meclisa Gelên Demokratîk a Minbicê di civîna xwe ya asayî de erkdarkirina hevserokê Meclisa Rêveber a kantona Minbicê Enes Celal El Ehmed û hevserokê Komîteya Ciwan û Werzîşê Salih Cefal erê kir.
Meclisa Gelên Demokratîk a Kantona Minbicê civînek li hola meclisê ya li bajêr li dar xist. Di civînê de astengî û zehmetiyên di encama êrişên dewleta Tirk a dagireker de çêbûne, hatin nîqaşkirin.
Bi beşdariya endamên meclisê, encamên êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê, hedefgirtina binesaziya xizmetguzariyê û bandorên wê li ser rewşa jiyanî ya welatiyan û rêbazên derbaskirina wan hatin nîqaşkirin û çareserî jê re hatin pêşkêşkirin.
Di civînê de meclisê erkdarkirina hevserokê Komîteya Ciwan û Werzîşê Salih Cefal û hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Minbicê Enes Celal erê kir.
Enes El Ehmed li kantona Minbicê sala 1988`an ji dayik bûye, di zanistên civakî de master wergirtiye û endamê damezirîner ê Navenda Lêkolînan û Diyalogê ya Sûriyeyê ye.
Hevserokê Meclisa Gelên Demokratîk a Minbicê Mihemed El Ebo ji ajansa me re axivî û got: "Di vê civîna asayî de gelek mijar hatin nîqaşkirin, erkdarkirina hevserokê Desteya Ciwan û Werzîşê Salih Cefal û hevserokê Meclisa Rêveber Enes El Ehmed hat erêkirin."
El Ebo ev agahî jî parve kirin: "Her wiha me zehmetiyên welatiyan nîqaş kirin. Gerînendeyê sotemeniyê jî tev li civînê bû, bi wî re zehmetiyên li pêşiya vê sektorê derkevin, nemaze piştî êrişên dewleta Tirk a dagirker hatin gotûbêjkirin. Li ser esasê nîqaşên hatine kirin, çareserî û pêşniyar hatin pêşkêşkirin."
(şx)
ANHA