Pêşnûmeya guhertina yekîneyên îdarî yên kantona Cizîrê

Meclisa Gelan a Demokratîk a Kantona Cizîrê der barê dabeşkirina îdarî ya kantonê de pêşnumeyek derxist. Pêşnume wê radestî Meclisa Gelan a Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were kirin.

4 gulan, 2024   18:11
QAMIŞLO

Meclisa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê civîna xwe ya asayî li navenda xwe ya li bajarê Amûdê li dar xist. Qanûna dabeşkirina îdarî ku di 30’ê Nîsanê de hatibû erêkirin, rojeva civînê bû.

Li gorî madeya 4’an a Qanûna Dabeşkirina Îdarî; 1-meclisên yekîneyan ji bo nûkirin, diyarkirina sînorên navendan û navên mezre, gund, bajar, bajarokên mezin dikarin pêşniyar bikin. Meclisên gelan ên kantonan jî pêşniyarê erê dike. 2-Dema ku meclisên gelan ên kanton pêşniyar bikin, di vê rewşê de divê meclisên gelan ên yekîneyên îdarî pêşniyarê  erê bikin. Piştre Meclisa Gelan a kantonê der barê pêşniyaran de biryarê bide.

Li gorî Qanûna Dabeşkirina Îdarî, kantona Cizîrê ji 15 bajaran û 40 bajarokan pêk tê.

Di civînê de qanûna dabeşkirina îdarî hat xwendin.  Piştre li ser pêşniyar û nerînên ku der barê Qanûna Dabeşkirina Îdarî de ji aliyê gel ve hatine kirin, nîqaş çêbû.

Di dawiyê de endamên Meclisa Gelan a Demokratîk a Kantona Cizîrê li gorî nêrîn û pêşniyaran hinek guhertin çêkirin û wekî pêşnûme radestî Meclisa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir da erê bike.  Li gorî pêşnûmeyê hejmara bajarên li kantona Cizîrê ji  15 bibe 16 bajaran û hejmara bajarokan ji 40 bibin 58 bajarok.

Hevserokê Meclisa Gelan a Demokratîk a Kantona Cizîrê Hikmet Hebîb got: "Berî çend rojan Qanûna Dabeşkirina Îdarî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derket. Li gorî vê qanûnê destûr ji kantonan re hat dayîn ku ji nû ve di ber çavan re were derbaskirin an jî pêşniyarên xwe ji bo firehkirina bajar û bajarokan bikin. Li ser vê bingehê îro rûniştinek hat lidarxistin û dabeşkirina îdarî ya kantona Cizîrê hat nîqaşkirin. Li gorî dabeşkirinan kantonê ji 2 bajarên mezin; Qamişlo û Hesekê pêk tê û tê de 16 bajar û 58 bajarok hene."

Hebîb diyar kir ku guhartineke bingehîn çênebû û wiha domand: " Lê, di Qanûna Dabeşkirina Îdarî de navên hin bajar û bajarok tune ne. Sedema vê yekê jî ew e ku Qanûna Dabeşkirina Îdarî li gorî serjimariya qonaxên berê hatiye amadekirin."

Hikmet Hebîb da zanîn ku di encama nîqaşên li gel endamên Nivîsgeha Serjimariyê ya Kantona Cizîrê û nîqaşên li gel  endamên Meclisa Gelan û Yekitiya Şaredariyan a Kantona Cizîrê de ev guhertin hatin kirin.

(fr)

ANHA